​​​​​​​‘Divê Meclisa Ewlehiyê dergeha Til Koçer dûrî ajande û berjewendiyan bixe‘

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku divê careke din biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê girtina dergeha Til Koçer û dûrxistina dergehên mirovî ji siyasetê û berjewendiyên derve, di ber çavan re were derbaskirin.

​​​​​​​‘Divê Meclisa Ewlehiyê dergeha Til Koçer dûrî ajande û berjewendiyan bixe‘
16 tîrmeh, 2021   02:00
TEBQA

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di 9`ê Tîrmehê de biryara girtina dergeha Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî dirêj kir û vekirina dergeha Bab El-Hewa yê li ser sînorê bi dewleta Tirk re û di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye, erê kir.

Têkildarî mijarê Hevserokê Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed ji ANHA`yê re wiha axivî: "Dergeha Til Koçer giring bû, ji ber çavkaniya sereke ya aboriya herêmê bû û deriyê sereke ya derbasbûna pêdiviyên tenduristî û alîkariya mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser. Dergeha Til Koçer û gelek dergehên din ji aliyê endamên Meclisa Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî di sala 2014`an de weke dergeh hatin bikaranîn da ku pêdiviyên tenduristî derbasî Sûriyê bibin."

Îbrahîm El-Mihemed wiha axaftina xwe domand: "Di demên dawîn de ji ber tevlîheviya berjewendiyên navneteweyî û herêmî, hin dewletan siyaseta girtina dergehên li Sûriyê weke kaxezeke zextê li dijî gelê Sûriyê bikar anî. Ev jî di bikaranîna veto û dengdana ji aliyê Meclisa Ewlehiyê de hate kirin da ku girtina dergeha Til Koçer were dirêjkirin û dergeha Bab El-Hewa bi çeteyên Tirkiyê re li herêmên bakur – rojavayê Sûriyê vekirî bimîne."

El-Mihemed piştrast kir ku dergeha Bab El-Hewa xizmeta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake, ji ber ew yekser bi ser xaka dewleta Tirk ve ye, lê belê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bû sedem ku aloziya Sûriyê dirêj bibe. Her wiha dergehên berê bikar dianî da ku DAIŞ`ê derbasî Sûriyê bike. Îro jî dergehan bikar tîne, da ku çeteyan rêbike ku li şûna wê şer bikin."

Her wiha Îbrahîm El-Mihemed destnîşan kir ku siyaseta girtina dergehan ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bikaranîn zirarê dide 5 milyon kes, wan bi birçîbûn û dorpêçê re rû bi rû dihêle û ji alîkariya navneteweyî, madeyên xwarinê û madeyên tenduristî bê par dihêle.

El-Mihemed metirsiyên xwe ji ber encamên biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di dirêjkirina girtina dergeha Til Koçer re ya li ser sînorê Iraqê diyar kir û got ev yek wekî lewazkirina derfetên QSD`ê ku heta niha şerê çeteyên DAIŞ`ê dike û wan li ser xaka Sûriyê û sînorê Iraqê, dişopîne.

Di dawiyê de Îbrahîm El – Mihemed bang li rêxistinên mirovî, Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî  û DYA`yê kir ku careke din biryara girtina dergeha Til Koçer û dûrxistina dergehan ji siyaset û berjewendiyên derve, di ber çavan re derbas bikin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C7neHhNs7bQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>