Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin

Koordînatorê niştergeriyê destnîşan kir ku wan du beş nû li nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê vekirin, da ku alîkariya şêniyan bikin û barên madî li ser wan sivik bikin.

Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
Li nexweşxaniya Reqayê du beşên nû hatin vekirin
13 tîrmeh, 2021   13:06
REQA

Bi armanca peydakirina xebatên tenduristiyê ji welatiyan re Komîteya Tenduristiyê ya Reqayê bi Komeleya Sewsen beşa testa navendî û beşa rangtonê ya tebeq mihwerî vekir.

Li gorî koordînatorê niştergeriyê yê nexweşiya Wetenî ya Reqayê Ebdulhemit El-Hesen ev her du beş wê bi awayekî mezin alîkariya welatiyan bike ji ber dê test û wêneyên rangtonê bê pere bin.

/ar/uploads/files/2021/07/13/115308_ljnh-alshh-tjhz-qsmyn-adhafyh-dhmn-mshfa-alrqh-alwtny-28229.webp

El-Hesen diyar kir ku ev her du beş dê barên madî gelek sivik bikin li gel ku kişandina  wêneya tebeqî mihwerî li derveyî nexweşiyê digihêje 100 hezar lîreyên Sûriyê.

El-Hesen daxuyand ku navenda testê li Reqayê ya herî mezin e ji ber ku ji sedî 90 ji cureyên testan tê de tên çêkirin.

El-Hesen bi bîr xist ku amûrên her du beşan ên pêşketî ne.

(şx)

ANHA