Çavkanî: Dewleta Tirk malbatên efganî li Girê spî ya dagirkirî bi cih dike

Çavkaniyên herêmî ji kantona Girê Spî ragihand ku dagirkeriya Tirk malbatên efganî li kantonê bi cih dike.

Çavkanî: Dewleta Tirk malbatên efganî li Girê spî ya dagirkirî bi cih dike
13 tîrmeh, 2021   12:44
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkanî malbatan bi rêyê basan di dergehên ne fermî ku dewleta Tirk bi Girê Spî ve girê dide, ketin herêmê û niha li malên sivîlên koçberkirî bi cih dibin.

Li gorî çavkanî, dagirkeriya Tirk malên sivîlan ên Girê Spî amade dike, da ku mlbatên din ên ji Efganistanê ku ji ber rewşa ewlehiyê dirivin, têde bicih bike.

Dewletaavk Tirk bi rêya bi cihkirina malbatên çeteyan di malên sivîlan de, guhartina demografîk pêk tîne û siyaseta tirkkirinê bi rêya metiryalên perwerdê dimeşîne.

(dm)

ANHA