Li Minbicê semînerek li ser sûcên kuştina jinan hate dayîn

Partiya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk li Sûriyê ya şaxê Minbicê semînerek bi sernavê "Sûcên qetilkirina jinan bi behaneya parastina namûsê" li dar xist.

Li Minbicê semînerek li ser sûcên kuştina jinan hate dayîn
13 tîrmeh, 2021   13:12
MINBIC

Nûnerên partiyên siyasî, endamên sazî û komîteyên jin li Minbicê tev li semînerê bûn. Sermîner li pirtûkxaneya Mihemed Menla Xizêl hate lidarxistin.

Di semînerê de 4 mijar hatin nîqaşkirin"Sedemên zêdebûna kuştina jinan bi behaneya parastina namûsê, çareseriyên wê, pîvanên giştî ku divê werin pêkanîn, rola desteyên qanûnsaz, rêveberî, dadwarî û saziyên civaka sivîl da ku cudahiya di navbera jin û mêr de bi dawî bibe."

Berpirsa Jinan a Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyê ya şaxê Minbicê Mûna El-Xelef got: "Ev sûc ji ber gelek sedeman têne kirin, ji wan sûcan serweriya rejîma baviksalar û desthilata mêr li ser jinan, tunebûna qanûnên ku van sûcan red dikin, tunebûna perwerdeya rast li ser esasê nirx û pîvanên exlaqî û mirovî, şerma jinan ku rastî urf û adatên civakî tên, tunebûna sîstemên parastinê ji bo jinan û paşguhkirina pêkanîna qanûn û cezayan."

'DIVÊ ZANEBÛN WERE BELAVKIRIN DA KU SÛC WERIN SEKINANDIN'

/ar/uploads/files/2021/07/13/105400_mna-alkhlf.webp

Têkildarî sekinandina vê diyardeyê Mûna ev tişt anî ziman: "Çareserî di şermezarkirina sûcên tundî û kuştina jinan de ye. Her wiha divê ev mijar ji aliyê saziyên qanûnsaz, rêveberî, dadwerî û saziyê civaka sivîl bi awayekî cidî were destgirtin."

Mûna bang li deste, meclis, sazî û şêniyan kir ku çanda zanebûnê belav bikin, doz û encamên neyînî û xeteriya vê diyardeyê û bandora wê li hevgirtin û avakirina civakî were şîrovekirin û got:" Divê saziyên jinan, çapemenî, akademisyen û kesên pispor ji bo hemleyeke civakî li dijî vê diyardeyê bixebitin."

Mûna behsa rola desteyên qanûnsaz, rêveber, dadwerî û saziyên civaka sivîl kir û ev tişt anî ziman: "Divê têkoşîn ji bo tunekirina qanûn, pîvan û rêgezên ku cudahiyê li dijî jinan ava dike, werin meşandin."

Di dawiyê de nîqaş di navbera kesên amade de hatin kirin û ev encamp hatin derxistin: "Divê dadgehên taybet ji bo dozên cudakariyê û dozên binpêkirina mafên mirovî yên jinan were avakirin. Têkoşîna ji bo avakirina saziyên fermî û ne fermî yên ku di bin sîwana qanûnê de kar dikin da ku jinan di aliyê qanûnê de biparêzin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a5KRTOoZhf0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>