Kongreya Îslama Demokratîk girtina oldar û meleyên Kurd şermezar kir

Kongerya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dauxyaniyekê binçavkirina oldar û meleyen Kurd ên Bakurê Kurdistanê ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve şermezar kir.

Kongreya Îslama Demokratîk girtina oldar û meleyên Kurd şermezar kir
13 tîrmeh, 2021   11:22
QAMIŞLO

Îro Kongreya Îslama Demokratîk li Aakdemiya Îslama Demokratîk a li Qamişlo daxuyaniyek da. Di dauxyaniyê de binçavkirina hejmareke oldar û meleyên Kurd li Bakurê Kurdistanê ya ji ber xîtabên bi zimanê kurdî, hate şermezarkirin.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mecli El-Ebdulah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirk ên ji bo mayîndekirina partiya AKP`ê û dijberiya demokrasiyê û mafên mirovan û binçavkirina kesên banga wekheviyê û biratiya gelan dikin, her wiha binçavkirina oldaran û meleyan a bi bihaneya xîtabên bi zimanê kurdî, hate şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku ola îslamê banga mayîndekirina hezkirin, aştî û hevkariyê dike, lê blê kiryarên hikumeta Tirkiyê dijminahiyê di navbera gelan de mayînde dike û îstiqrarê têk dibe.

Di daxuyaniyê de banga serbestberdana oldarên ku vê dawiyê hatine girtin û hemû girtiyên siyasî û vegera li demokrasiyê û diyalogê hate kirin û wiha hate gotin: “Bi edaletê welat ava dibin.”

Oldaran di daxuyaniya xwe de saziyên îslamê ji kiryar û zilma hikumeta Tirkiyê, berpirsiyar nîşan da.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZX-NY4XHMNc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>