Şêniyên Hecînê stasyoneke avê ava dikin

Şêniyên bajarokê Hecînê rêgeza Rêveberiya Xweser ji xwe re esas girtin û bi rêya avakirina stasyona parzûnkirina avê, av ji malên xwe re peyda kirin.

Şêniyên Hecînê stasyoneke avê ava dikin
13 tîrmeh, 2021   07:49
DÊRAZOR

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava çemê Firatê ya derbasî erdên Sûriyê dibe kêm kir û ji ber ku stasyonên avê yên li herêmê nikarin pêwîstiya herêmê ji avê bi temamî peyda bikin, li herêmên gudnewarê Dêrazorê ava vexwarinê gelek kêm e û bi zehmetî tê peydakirin.

Şêniyên bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bikin, însiyatîfa avakirina stasyoneke din a parzûnkirina avê pêşniyar kirin. Ev xebat bi koordîneya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma Rojhilat (Şerqiyê) tê meşandin.

Stasyona nû li taxa El-Zewiye ya li qiraxa çemê Firatê tê avakirin. Armanc jê ew e ku av bigihîne heta rûpîvaneke herî mezin ku ava stasyonên Hecîn û Hewamê nagihêje wir.

STSAYON LI SER ERDÊ KU ŞÊNIYAN DAYE, TÊ AVAKIRIN

Hinek şêniyên herêmê ku zeviyên wan li qiraxa çemê hene, rûbeke bi firehiya 3 hezar û 500 metre çargoşe, ji bo avakirina stasynê bi dildarî dan.

Endamê Komîteya ku çavdêriya projeyê dike Ewad El-Şiqêf got ji ber pêwîstiya wan bi avê hebû, şêniyên însiyatîf da destpêkirin û xebat bi hevkariya şêniyan û saziyên Rêveberiya Xweser tê meşandin.

El-Şiqêf wiha domand: “Ji ber ku şêniyên herêmê tî ne û av di sê mehên dawîn de (Nîsan, Gulan û Hezîranê) ji ber girtina avê ji aliyê dewleta Tirk ve kêm bûye, şêniyan dest bi vê projeyê kir.”

El-Şiqfê da zanîn ku şêniyên herêmê yên li herêmê û li derveyî herêmê pere dan da ku sûra stasyonê, du ode ji bo parzûnkirinê, odeyek ji bo turbînên xav (raw) û bicihkirina ebareyekê li ser kanala ku digihêje projeya çandiniyê ya El-Zewiye, werin avakirin.

Niha zemîna erdê bi keviran bi dirêjahiya 50 m û firehiya 20 m tê amadekirin, da ku avahî ji ava çemê Firatê were parastin.

BI RÊYA STASYONÊ DÊ AV BIGIHÊJE NÊZÎ 60 HEZAR KESÎ

Li gorî çavdêran xebatên avakirina sûrê û odeyan a bi lêçûna 20 milyon lîreyên Sûriyê wê 2 hefteyan bidome û dê avê ji nêzî 60 hezar nîştecihên Hecînê re peyda bike.

Yanî wê pirsgirêka peydakirina avê ji şêniyên bajarokê re ji sedî 80 çareser bike.

Serokê Komîteya Avê ya Hecînê Tirkî El-Cemale însiyatîfa şêniyan pesinî û teqez kir ku ji bo temamkirina xebatên avakirina stasyonê û xizmetkirina welatiyan, tişta pêwîst dê ji wan re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zoSfbPwZM0w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>