Hikumeta Şamê bi îsrar e ku şêniyên kantona Şehbayê birçî bike

Taborên koçberên Efrînê li pêşiya stasyonên sotemeniyê dirêj dibin, da ku 20 lîte mazot bi dest bixin. Hikumeta Şamê jî siyaseta birçîkirinê li dijî şêniyên kantona Şehbayê dewam dike û nahêle ku madeyên sereke wekî sotemenî, derman û madeyên xwarinê bigihêjin herêmê.

Hikumeta Şamê bi îsrar e ku şêniyên kantona Şehbayê birçî bike
12 tîrmeh, 2021   08:20
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Azarên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên dijberî gelê herêmê, roj bi roj zêdetir dibin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî hedefgirtina sivîlan bi awayekî yekser dewam dike.

Ji ber siyaseta ku hikumeta Şamê li dijî gel dimeşîne, nirxên madeyan li kantona Şehbayê deh qatan zêdetir bûye.

Di rojên dawîn de, nirxê topeke gazê gihaşt 50 hezar lîreyên Sûriyê, nirxê benzînê gihaşt 5 hezar lîreyên Sûriyê, yê mazotê jî 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê li sûka reş, heke ku bê peydakirin. Vê rewşê barê koçberên Efrînê yên li kampan an li malên nîvrûxandî dimînin, girantir kir.

Li gorî komîteya sotmeniyê, her 10 rojan pêwîstiya herêmên Şehbayê bi 60 sehrîcên madeyên sotemeniyê heye. Lê belê hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê her du mehan tenê 20 sehrîcan derbasî kantonê dikin.

Hefteya borî hikumetê tenê rê da 19 sehrîcên mazotê ku derbasî kantona Şehbayê bibe. Ew yek piştî zêdetirî du mehan ji qedexekirina derbasbûna sehrîcên mazotê bo kantonê bû.

TABORÊN DIRÊJ JI BO WREGIRTINA 20 LÎTRE MAZOT

Komîteya Sotemeniyê ya herêma Efrînê li stasyona sotemeniyê ya li navçeya Fafînê dest bi belavkirina mazotê kir. Komîte ji bo her erebeyekê tenê 20 lître mazot dide, her lîtrek bi 250 lîreyên Sûriyê ye. Ji ber wê yekê li pêş stasyonê bi sedan erebe disekinin da ku tenê 20 lîtreyan bi dest bixin.

Hinek welatiyên ku bi saetan li pêş stasyonên sotemeniyê disekinin ji ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ku hikumeta Şamê barê welatiyan girantir dike û hewl dide bala wan bi çawaniya bidestxistina lîtreyek mazot û topek gaz ve mijûl bike.

Welatiyê bi navê Horîk Seydo bang li rêxistiên hiqûqî û navneteweyî kir ku rewşa koçberên li herêma Şehbayê di ber çavan re bigirin û zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorê li şêniyan teng neke.

Seydo wiha got: “Ji ber dorpêça giran em di mercên zehmet de ne. Ez ji saet 03:00`ê berbangê de li pêş stasyona sotemeniyê disekinim da ku 20 lître mazot ji bo erebeyê bi dest bixim.”

Seydo bi domdarî got: “Em ji ber êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçber bûn, wan malên me xirab kirin û hemû milkên me dizîn. Niha jî hikumeta Şamê heman tiştî lê bi rêbazekî din dike.”

Horîk Seydo destnîşan kir ku malbat nikarin topekî gazê peyda bikin, ji ber ku 50 hezar lîreyên Sûriyê li gorî rewşa koçberan a madî û jiyanî ya zehmet nirxekî pir buha ye.

AMBARGOYA DIJWAR Û TOPBARANA ROJANE

Welatiyê bi navê Mihemed Elî jî got: “Roj bi roj ji ber ambargoya  ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz dike, rewş xirabtir dibe. Hikumet nahêle ku madeyên sereke û di nav de sotemenî, derman, madeyên xwarinê û hwd derbasî herêmê bibin.”

Elî diyar kir ku “ji aliyekî ve rejîma Sûriyê herêmê dorpêç dike û nahêle ku made derbasî herêmê bibin, ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane sivîlên li Şehbayê bi awayekî yekser hedef digire.”

Elî di dawiya axaftina xwe de got, rumxî hemû siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî welatiyan jî, lê belê ew ê li ber xwe bidin, dagirkeran ji erdên xwe derxin da ku bi ewlehî vegerin warê xwe.

'GELO EM NE SÛRÎ NE!'

Têkildarî heman mijarê endamê Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Navçeya Fafînê Arif Emîn wiha got: “Çima hikumeta Sûriyê van siyasetan dimeşîne û dorpêçeke giran li ser me ferz dike, gelo em ne welatiyên Sûriyê ne!”

Emîn daxuyand ku “rejîma Sûriyê nahêle ku hemû madeyên sereke derbasî herêmê bibin, ev yek jî li gel belavbûna nexweşiyan û bilindbûna pileyên germahiyê barê şêniyan girantir dike.”

Emîn diyar kir ku komîteyê rojek ji bo belavkirina madeyên sotemeniyê li her navçeyekê diyar kiriye da ku şênî erebeyên xwe dagirin.

Emîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li şûna ku hikumeta Şamê xwe bi dortengkirina li koçberên Efrînê yên li Şehbayê ve mijûl dike, divê zextê li civaka navneteweyî bike da ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxin û şênî vegerin malên xwe.

BANDORA KÊMBÛNA SOTEMENIYÊ LI JIYANA WELATIYAN

Endamê Komîteya Belavkirina Madeyên Sotemeniyê Mihemed Kûsa jî wiha axivî: “Di dema belavkirinê de ji ber qerebalixa zêde em zehemetiyan dikişînin. Ji ber ku hikumeta Şamê her du mehan carekê dihêle ku 20 sehrîcên sotemeniyê derbasî herêmê bibin. Lê vê carê tenê rê da ku 19 sehrîc derbas bibin.”

Kûsa daxuyand ku 19 sehrîcên sotemeniyê têrî alavên çandiniyê û jeneratorên kehrebeyê nakin, ku kehrebeyê didin gund û bajarokan. Her wiha destnîşan kir ku bi sed hezaran şêniyên resen û koçberên Efrînê li herêmê bi cih dibin.

Kûsa bal kişand ser bandora kêmbûna sotemeniyê li cihên giştî wekî firin û stasyonên avê û wiha domand: “Ji ber ku me nikarîbû mazotê pêşkêşî komîteya çandiniyê bikin, mewsima çandiniyê ya îsal telef bû.”

Mihemed Kûsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê hemû şênî zanibin ku nepeydakirina mazotê û aloziya heyî, ji ber siyasetên hikumeta Sûriyê yên girtina dergeh û rêyan e.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SFgXlZQYO70" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>