Rojnameyên erebî: Bilindkirina bihayan liŞamê aloziya jiyanî kûrtir dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya jiyanî li Sûriyê, aloziya bendava Nehdayê û aloziya siyasî ya Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Bilindkirina bihayan liŞamê aloziya jiyanî kûrtir dike
12 tîrmeh, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-ESED MÛÇEYAN ZÊDE DIKE Û NIRXÊ SOTEMENIYÊ Û NAN BIHA DIKE

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Serokê Sûriyê Beşar El-Esed roja yekşemê biryara bilindkirina mûçeyên karmendên dewletê da. Ev yek piştî çend saetan ji ragihandina bilindkirina nirxê nan û mazotê pêk hat. Bihakirina nirxê nan û sotemeniyê di demeke wiha de pêk hat ku li Sûriyê ji ber şerê zêdetirî 10 salan aloziya aborî û gendelî heye.

El-Esed biryarnameyek derxist, li gorî biryarnameyê dê mûçeyên karmendên sivîl û leşkerî di dewletê de bi rêjeya ji sedî 50 bê bilindkirin bi wê yekê kesên ku berê mehane 47 hezar (18.7 dolar) lîreyên Sûriyê distandin, dê 71 hezar û 515 lîreyên Sûriyê (28.4 dolar) bistînin.

El-Esed biryarnameyek din derxist û li gorî wê dê mûçeyên karbesiyê yên leşker û sivîlan bi rêjeya ji sedî 40 bên bilindkirin. Ajansa Sana li gorî wezîrê diravî Kînan Yaxî ragihand ku zêdekirina mûçeyên karmend û karbesan mehane biqasî 81.6 milyar lîreyên Sûriyê ye.

Pisporên aboriyê jî dibêjin ku bilindkirina mûçeyan qet ne çare ye, berovajî wê dê bi giştî nirxê tiştan biha bibin, di demekê de ku lîreya Sûriyê li hemberî dolar têk çûye.

Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mezêxer şeva şemiyê ragihand ku nirxê lîtreyê mazotê ji 180 lîreyên Sûriyê rabûye 500 lîreyên Sûriyê ji hemû beşên pîşesaziyê, ji firinan jî bi 135 lîreyên sûriyê ye, an ku biqasî ji sedî 170 hatiye zêdekirin. Wezaretê her wiha nirxê nan jî bilind kir û bû 200 lîreyên Sûriyê.

Ji 2011`an û vir ve hikumeta Sûriyê gelek caran nirxên nan û mazotê bilind kiriye.”

RAYEDARÊN MISIRÊ JI BO DOZA BENDAVA NEHDAYÊ LI EWROPAYÊ NE

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî aloziya bnedava Nehdayê wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukirî duh serkêşiya şandiyekê kir û berê xwe da paytexta Belçîka Brukselê. Şukirî di serdanê de dê rêbazên hevkariyê û pêşketinên dawîn yên têkildarî doza bendava Nehdayê nîqaş bike. Ev yek beriya helwesta Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî ya tê pêşbînkirin, pêk tê.

Li gorî berdevkê wezareta karên derve Ehmed Hafiz, dê Şukirî di serdanê de nameyeke serok Ebdulfetah Sîsî radestî serokê Meclisa Ewropayê bike. Her wiha dê bi wezîrên derve yên welatên Yekitiya Ewropayê û bi hejmareke hempîşeyên xwe yên Ewrupayê û rayedarên payebilind ên komîseriya Ewropayê re, civînan li dar bixe û têkiliyên dualî û dozên herêmî yên ji bo wan girîng nîqaş bike.”

SEROKÊ LÎBYAYÊ GEFA FERZKIRINA “BINGEHA DESTÛRÊ” BI RÊYA QANÛNÊ DIXWE

Di kar û barên Lîbyayê de jî, rojnameya El-Beyan got: “Serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê îro nîşaneyên derxistina bingeheke destûrê û ferzkirina wê bi rêya qanûnê da, da ku di birêxistinkirina hilbijartinên parlamantoyê û serokatiyê de bê esasgirtin. Ev helwest wekî bersivdayîna têkçûna komxebata diyaloga siyasî ya ji bo erêkirina bingehê û hewldanên aliyên siyasî û herêmî yên astengkirina rêgeha qanûnê ya hilbijartinan, pêk tê. Tê payîn ku hilbijartin 24`ê Kanûna bê werin lidarxistin.”

(cx)