' Divê gelê Bakurê Kurdistanê asta têkoşîna li dijî dewleta Tirk bilind bike'

Endama rêveberiya PYD`ê ya herêma Firatê Nesra Derwîş da zanîn ku divê gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê têkoşînê li dijî dewleta Tirk bilind bike.

' Divê gelê Bakurê Kurdistanê asta têkoşîna li dijî dewleta Tirk bilind bike'
12 tîrmeh, 2021   06:37
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Di çarçoveya qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirk dixwaze li Bakurê Kurdistanê pêk bîne, hewl dide HDP`ê qedexe bike û hemû navendên wê bigire. Di heman demê de, dewleta Tirk bi hezeran endamên HDP`ê girtine û hevserokên şaredariyan ên ku ji aliyê HDP`ê ve hatibûn hilbijartinin, rakirin û li şûna wan alîgirên AKP`ê erkdar kirin."

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide hewldanên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd pêk bîne, lê helwesta gel li dijî vê siyasetê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wê bibe sedemek di binkeftina hewldanên dewleta Tirk de.

Têkildarî qedexekirina HDP`ê, ji rêveberê PYD`ê ya kantona Kobanê Nesra Derwîş wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji hewldanên girtina HDP`ê ew e ku gelê Kurd di aliyê siyasî de qir bike."

Nesra Derwîş behsa sedema binkeftina planên dewleta Tirk kir û ev nirxand kir: "Dewleta Tirk dê nikaribe di planên xwe de bi ser bikeve. Ji ber siyaseta gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê siyasetek gelêrî ye, li ser esasê berxwedana gelê şoreşger hatiye avakirin û ew li ser vî esasî li berxwe didin û têdikoşin."

Nesra Derwîş got gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe û wiha domand: "Gelê me li Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke pir hesas re derbas dibe û ew jî pêvajoya hebûn û nebûnê ye."

Nesra Derwîş teqezî li ser berdewamiya têkoşîna gelê Kurd li dijî faşîsta Tirk kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê jî divê asta têkoşîna li dijî faşîsta Tirk bilind bibe û bi hemû derfetan destekê bidin HPD`ê ji ber dema azadiya gelê Kurd û tevahî Kurdistanê hatiye."

(bx)

ANHA