Li Reqayê ji bo xwendekarên seretayî navendên perwerdeyê hatin vekirin

Ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, dibistan beriya bidawîbûna sala perwerdeyê  hatin girtin, têkildarî vê yekê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê navendên pewerdeyê vekirin da ku xwendekar ji xwendinê qut nebin.

Li Reqayê ji bo xwendekarên seretayî navendên perwerdeyê hatin vekirin
10 tîrmeh, 2021   07:29
REQA-EHMED EL-ESAF

Li hêrêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrusa koronayê dibistan beriya bidawîbûna sala perwerdeyê hatin girtin. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê navendên perwerdeyê yên qonaxa sereteyî vekirin  û dê waneyên ku xwendekaran nedîtine, bide. Di van navedan de dê waneyên zimanê erebî, bîrkarî û zimanê ingilîzî bibînin.

Şêwirmendê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê mamoste Ehmed Xenî Hisên axivî û got: "Piştî pêla belavbûna vîrusa Koronayê sala perwerdeyê bi dawî bû, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê planek  danî da ku waneyên sereke ku xwendekaran nedîtin, bide. Li ser vê yekê me navendên perwerdeyê vekirin da ku waneyên sereke bidin."

Mamoste Ehmed Xenî Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Li bajarê Reqayê deh navend hatin vekirin, dê di nava mehekê de waneyên refên yekemîn, duyemîn û sêyemîn ên qonaxa seretayî werin dayîn."

Mamoste destnîşan kir ku malbatan piştgirî da vê fikireyê,  ji ber ku ji vî nifşî re waneyên bingehîn dubare dike û ji bo sala nû jî wan xurt dike.

Mamoste Ehmed Xenî Hisên da zanîn ku dema dayîna waneyan rojane du saet in.

Komîteya Perwerde û Fêrikê 60 navendên perwerdeyê li gundewarê Reqayê vekirin.

Piştî ku çend caran dibistan ji ber biryara qedexeya derketina derve ya bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê hatin girtin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser di 3`yê Gulana derbasbûyî de biryar da ku sala xwendinê 2020-2021`ê bi dawî bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JofI8Y2ueyk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>