Stadên herêma Firatê turnoveya futbolê ya jinan pêşwazî dikin

Piştî du salan ji perwerdeyan, cara yekemîn e ku li stadên herêma Firatê turnoveya futbolê ya jinan li dar dikeve.

Stadên herêma Firatê turnoveya futbolê ya jinan pêşwazî dikin
10 tîrmeh, 2021   07:25
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Li bajarê Kobanê 29`ê Hezîrana derbasbûyî turnoveya futbolê ya jinan dest pê kir û li ser asta herêma Firatê ev yekemîn turnoveye ku li dar dikeve.

Bi beşdariya 7 tîman " El-Umal, El-Wihdê, El-Terbiyê, Berxwedan, El-Firat, Nisrîn û Roşîn" hemû maç li ser stada "Hevaltiya Kobanê û Nerwic" tê lîstin.

Di her maçekê de du qonax hene, dema her qonaxekê ji wan 25 deqeye, lê her tîmek di qonaxa yekemîn dê 6 maçan bilîzin û di qonaxa duyem de jî wê 6 maçên din bilîze.

Piştî perwerdeyên ku du salan dirêj kir, di her heft tîman de derdora 75 lîstikvanên jin ên ji herêma Firatê dilîzin.

Hevseroka Nivîsgeha Lîstokên Jinan a Herêma Firatê Mîdya Mihemed axivî û got cara yekemîn e ku li herêma Firatê lîstkên jinan peyda dibin, nexasim di aliyê futbolê de.

Mîdya Mihemed ev li gotina xwe zêde kir:"Beriya şoreşa Rojava, lîstkên taybet bi jinan tune bûn, lê bi destpêkirina şoreşê re jinan di hemû qadan de, hebûna xwe isbat kir û ked da, da ku bigihêje astên bilindtir."

Mîdya Mihemed bang li gelê herêma Firatê kir ku rê bidin keçên xwe da ku werzîşê bikin û tê de rola xwe bilîzin.

Beriya ku turnoveya jinan dest pê bike, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê ruxset da tevahiya tîmên beşdarî turnoveyê bûne, da ku mafên tîm were parastin.

Serokê Klubê ya El-Wihdê ya Futbolê Xoşman Mistefa axivî û got:"Destpêkirina turnoveya jinan a li herêma Firatê gaveke girîng e da ku bi vîna xwe rêya xwe vekin."

Mistefa banga destekdayîna ji vê turnoveyê re kir.

Turnoveya futbolê ya jinan a li herêma Firatê dê sê mehan dewam bike.

(eh)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Y5dfoQDBi6M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>