​​​​​​​Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqînekê du kesan  jiyana xwe ji dest da

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di dema nêçîrvaniyê de bombeyek ji berhamiyên şer mayî teqiya û di encamê de 2 Kurdan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqînekê du kesan  jiyana xwe ji dest da
9 tîrmeh, 2021   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, duh li gundê Bestam a ser bi Seqiz a parêzgeha Sineyê, guleyek topê ya ji serdema şerê di navbera Iraq û Îranê de mayî bi welatiyên Kurd ên çûyîn nêçîrê ve teqiya.

Li gorî heman çavkaniyê, di teqînê de  Meqsûd Necîfî ê ji gundê Mercan Abad a ser bi Urmiyê û Reşîd Ehmed Zade yê ji gundê Qaincê ya ser bi Bokanê ku ew demek bûn hatibûn gund jiyana xwe ji dest da