Li Cizîrê cara yekemîn lîstoka kickboxing a jinan

Cara yekemîn e ku  Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê lîstika Kickboxing ji bo jinan li dar dixe.

Li Cizîrê cara yekemîn lîstoka kickboxing a jinan
9 tîrmeh, 2021   15:25
QAMIŞLO

Nivîsgeha Lîstikên Kesane ya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê yekemîn car lîstoka kickboxing a jinan bi beşdarbûna 7 tîman li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê organize dike. Lîstok li navneda Yekitiya Werzîşê ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.

70 lîstikvanên jin ji temenên cûda di nav 7 tîman de;  Şam, Şotokan, Asayîş, Vedeng, Çiya, Daydo û Navenda Werzîşê beşdarî lîstokê bûne. Lîstikvan li gorî temenan di nava tîmena de hatine belavkirin.

Li gorî komîteya amadekar tîma ku di asta yekemîn de bi ser bikeve dê beşdarî lîstoka li ser asta herêma Reqayê bibe.

 (eh)

ANHA