Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist

Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya ya herêma Firatê bi dirûşma "Birêxistinbûyîn û berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û neteweya demokratîk biparêzin" kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
Meclisa PYD'ê ya navçeya Qenaya kongreya xwe ya 2'yemîn li dar xist
9 tîrmeh, 2021   13:25
KOBANÊ

Kongre li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi tevlêbûna bi dehan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Qenaya li dar ket.

Di destpêka kongreyê de hevserokê PYD`ê Enwer Muslim rewşa siyasî nirxand.

Muslim destnîşan kir ku hemû civîn û kongereyên li derve yên bi armanca çareserkrina aloziya Sûriyê bê encam bû û got: " Ji Cinevê bigire ta Soçiyê tu civîn çareserî ji aloziya Sûriyê re bi xwe re neanî. Hikumeta Şamê hema hişmendiya xwe ya berê dimeşîne û hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe, lê gelê herêmê ji planên hikumeta Şamê hişyar e ku bi rêya wê dixwaze rewşa herêmê vegerîne beriya 2012`an."

Muslim diyar kir ku ruxmî ku di qada navneteweyî de Rêveberiya Xweser nehatiye naskirin, lê gelê herêmê wê nas dike, ji ber ku di warên birêxistinkirin û jiyana hevbeş de gelek destkeftî bi dest xistin û got, hemû jî dizanin ku Sûriyê wê venegere mîna berê, lê belê ber bi pergaleke demokratîk a nenavendî ve diçe.

Enwer Muslim têkildarî opozîsyona Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk destnîşan kir ku ew tenê komeke çeteyan e ku berjewendiyên dewleta Tirk li her derê bê xwestin, pêk tînin.

Girêdayî kar û xebatên PYD`ê Muslim got: “Divê endamên partiyê hewl bidin gel û rêveberiya wî bi giyaneke şoreşgerî pêş bixin. Wan ji bo pêvajoyên dijwartir re amade bikin bi şêwazekê ku serkeftina mayînde pêk were”.

Paşê hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê şaxê herêma Firatê Bekir Hec Îsa perspektîvên rêber Abdullah Ocalan ên der barê têgehên neteweya demokratîk û pênasekirina wê de xwendin.

Piştre endamê rêveber ê Meclisa PYD`ê ya navçeya Qenaya Mihemed Osman rapora rewşa siyasî xwend, bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveber ê meclisê yê navçeya Qenaya Mihemed Ehmed, bi navê Kongreya Star a navçeya Qenaya endama rêveber a kongreyê Cenîna Mihemed axivîn û lidarketina kongreyê pîroz kir.

Piştî wê endama Meclisa PYD`ê Elya Bozê raporên rêxistinî yên meclisê û rapora Meclisa Jinan a Meclisa PYD`ê ya navçeya Qenaya xwend.

Di dawiyê de beşdaran raporên siyasî, raporên rêxistinî yên giştî, raporên rêxistinî yên jinan nirxandin. Her wiha bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di vê dawiyê de zêde bûne û diyar kirin ku divê di vê pêvajoyê de yekitiya Kurd, hevgirtin di navbera pêkhateyên herêmê de pêk were û bi fitneyan nayên xapandin da ku pergala nenavendî ya demokratîk li Sûriyê pêk were û aloziya Sûriyê çareser bibe. Her wiha hate gotin ku divê bi giyaneke şoreşgerî xebat were meşandin, civakê û gel li ser bingeha azadî û jiyana hevbeş were bi rêxistinkirin.

Piştî wê beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Di dawiya kongreyê de endam û rêveberiyeke nû ya Meclisa PYD`ê ya navçeya Qenaya hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA