Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin

Komxebata koçberên Serêkaniyê bi pêşendana sînevîzyoneke girêdayî sûcên li herêmê pêk hatine û xwendina raporeke belgekirî ya sûc û guhartina demografiyê, berdewam dike.

Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin
Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin
Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin
Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin
Di komxebata Serêkaniyê de raporek der barê sûcên têne kirin de hat xwendin
9 tîrmeh, 2021   10:58
HESEKÊ

Endamên dîwanê ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye avakirin, Heyat Mûsa û Mehmûd Cemîl rapor xwendin.

Di rapora sûcên koçberiya bi darê zorê ya zêdetirî 150 hezar kesî de wiha hate gotin:"Li herêmê sûcên talankirin, dizî, desteserkirina malên welatiyan, dikan û zeviyên wan, kuştin, revandina şêniyan, şêniyên Sûriyê koçberî Tirkiyê kirin, teqandina wesayît û amûrên bombebarkirî, çandina mayînan, guhertina demografiyê, qirkirin û qutkirina ava stasyona Elokê tên pêkanîn."

Piştre çalakvanê qada civaka sivîl Eksem Neîse der barê sûcên domdar ên li herêma Serêkaniyê û bûyerên guhertina demografîk, pêk tên de axivî.

Di beşa din a komxebatê de beşdaran mijarên ku hatine vegotin, nîqaş kirin.

(şx)

ANHA