Ekrem Hiso: Divê Kurd zanibin ku dewleta Tirk dixwaze wan qir bike

Ekrem Hiso destnîşan kir ku armanca sereke a komxebatê ew e ku bigihêjin nêrînên hevbeş da ku li hemberî xeteriyên li ser gelê Kurd bisekinin û got: “Em wekî Kurd divê zanibin ku dewleta Tirk dixwaze me qir bike.”

Ekrem Hiso: Divê Kurd zanibin ku dewleta Tirk dixwaze wan qir bike
8 tîrmeh, 2021   08:30
QAMIŞLO

Komxebata ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê- Rojava ve tê birêxistinkirin, piraniya partiyên kurdî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêxistinên civakî, sivîl û rêxistinên jinan û ciwanan, kesayetên olî û kesayetên welatparêz, rûspiyên eşîrên kurdî û Meclisa Rûspiyan, beşdarê bûne.

Komxebata ku bi dirûşmeya “Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li şerê navxweyî bigirin” tê lidarxistin, bi axaftina endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ekrem Hiso dest pê kir. Hiso daxuyand ku armanc ji komxebatê ew e ku bigihêjin nêrînên hevbeş da ku li hemberî xeteriyên li ser gelê Kurd bisekinin.

Ekrem Hiso diyar kir ku ji dema damezirandina KNK`ê sala 1999`an ve û heta roja îro dibîne ku Kurdistan yeke û nayê parçekirin û wiha dewam kir: “KNK`ê armanc dike ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bike yek. Dagirkeriya Tirk niha hebûna gelê Kurd dike hedef û bi armanca dagirkeriyê êrişê Başûrê Kurdistanê dike.”

Hiso piştrast kir ku gelê Kurd li hemberî van êrişan disekinin û hêzên leşkerî wekî YPG, HPG û Pêşmerge parastina hebûna Kurdan dikin û divê bi hemû rê û rêbazan piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayîn.

Hiso bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di qonaxeke zehmet re derbas dibe û rastî gelek têkçûnan hatiye û wiha lê zêde kir: “Niha jî hewl dide civîneke nû ji rêzecivînên Astanayê li dar bixe. Armanca sereke ew e ku dergeha Til Koçer a sînorî neyê vekirin. Ji lew re, divê gelê Kurd baş zanibe ku dewleta Tirk dixwaze me qir bike.”

Hiso got tê payîn ku komxebat bi hin pêşniyaran bi dawî bibe û ew pêşniyar dê pêşkêşî hêzên kurdî û kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê bên kirin.

Piştre nîqaşên li ser beşê yekemîn dest pê kirin, ku girêdayî xeteriyên dagirkeriy Tirk li ser Kurdistanê di aliyê dîrokî de ye. Sekerterê gistî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî û endama rêveberiya Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf, vê beşî bi rêve dibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GcQ9_zqvbrI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>