‛Vekişîna ji peymana Stenbolê rê li pêşiya gelek sûcan vedike’

Jinên çalakger ên ji bajarê Kobanê got vekişîna dewleta Tirk ji peymana Stenbolê bi armanca mayîndekirina di desthilatê de û parastina berjewendiyên wê yên siyasî ye,  di heman demê de îbtalkirina wê rê li pêşiya sûcên din vedike û sûcdaran ji cezayan rizgar dike.

‛Vekişîna ji peymana Stenbolê rê li pêşiya gelek sûcan vedike’
8 tîrmeh, 2021   07:46
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Di demekê de ku tundiya li malê û sûcên qetilkirinê yên li dijî jinan li Tirkiyê zêde bûne, dewleta Tirk 1’ê Tîrmehê ji peymana Stenbolê ya parastina jinan ji tundiyê dike, vekişiya.

Ji destpêka ragihandina vekişînê ve, jinên li Tirkiyê li dijî biryarê derdikevin û îşaret pê kir ku vekişîn rê li pêşiya bilindbûna rêjeya tundiya li dijî jinan vedike ku berê jî li welêt berbelav e, her wiha Erdogan ev peyman bi kar anî da ku hilbijêrên xwe yên muhafezekaran û tundrawan qezenc bike ku wekî ziyankarê li nirxên malbatê yên kevneperest lê dinêrin.

Kongreya Jinên Kurdistanê KJK`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 1’ê Tîrmehê ji bo jinan ne dawiya dinê ye, lê belê ji bo têkoşînê bû rojek nû.

ꞌBI VEKIŞÎNA JI PEYMANÊ TIRKIYÊ ÇI DIXWAZE?ꞌ

Endama Rêxistina Sara ya Herêma Firatê Qudret Farûq  Osman têkildarî vê mijarê got: "Siyaseta dewleta Tirk ji mêj ve diyar e, ew li dijî mafên jinan e, nexasim li dijî mafên jinên Kurd e, di vê demê de dewleta Tirk bi zextên hundirîn re rû bi rû ye, dixwaze jinan bi kar bîne û tengav bike da ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bîne."

Qudret Farûq Osman ev li gotina xwe zêde kir: "Vekişîna dewleta Tirk  ji peymanê xizmeta mayîndekirina Erdogan ji desthilatê re ye, lê jin pêşenga malbat û civakê ye, ger nikaribe parastina mafên xwe û mafên malbata xwe bike, dê nikaribe parastina civak û welatê xwe jî bike, bi vî awayî partiya hakim dikare li ser desthilatê bimîne û têkbirina mafan jî berdewam bike."

Qudret Farûq Osman ev nirxandin kir: "Ev gav dê rêjeya tundiya li dijî jinan a li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde bike, li ser vê yekê em bang li rêxistinên hiquqnas û jinan dikin ku li hemberî vê gava neyênî bê deng nemînin da ku parastina mafên jinan bikin û rê li pêşiya tundî û sûcên ku pê re rû bi rû dimîne, bigirin."

ꞌVEKIŞÎNA JI PEYMANÊ DERQANÛNÎ YEꞌ

Platforma"Em ê qetilkirina jinan rawestînin KCDP" a tirkî di raporeke xwe de eşkere kir ku di meha Hezîranê de 18 jin hatin qetilkirin û 20 jinên din jî bi awayekî hovane hatin qetilkirin, her wiha di meha Gulanê de jî 17 jin hatin qetilkirin û 20`ê din jî bi awayekî hov hatin qetilkirin.

Hevseroka Meclisa Edaleta Jinan a Herêma Firatê Nesre Xelîl got: "Peymana Stenbolê îşaretê pê dike ku dewletên li ser peymanê îmze kirine, qanûnên girêdayî mafên jinan pêk bînin, lê dewleta Tirk ji bo ku li ser hesabên çewisandina mafên jinan berjewendiyên xwe yên siyasî biparêze, peymanê bin pê dike."

Nesre Xelîl ev derbirî: "Di demekê de ku dewleta Tirk di lîsteya pêşîn a dewletên tundî û sûcên zêde li dijî jinan pêk tînin, bihane pêşkêş kirin, da ku ji peymanê vekişe. Lê ev kiryarekî derqanûnî ye, nakeve ximzeta jinan û civakê. Bi wê re tirs xist nava jinan, gelo dê çarenûsa wan çi be?"

Nesre Xelîl di dawiyê de bêdengiya rêxistinên jinan û mafên mirovan têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kir û piştrast kir ku îbtalkirina biryarê rê li pêşiya pêkanîna sûcan vedike û sûcdaran ji cezayan jî rizgar dike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ff50hyO3kDA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>