Artêşa Tirk a dagirker gundên rojavayê Girê Spî topbaran dike- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Girê Spî topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên rojavayê Girê Spî topbaran dike- HATE NÛKIRIN
6 tîrmeh, 2021   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gundên rojavayê Girê Spî ku lê sivîl lê hene bi çekên giran topbaran dikin.

Gundên têne topbarankirin ev in: Bîr Kino, Bîr Kitik, Sewan, Erîda, Fireyan, Bîr Zinar, Ereb, Qezelî û depoyên wê yên genim.

Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.

Şevê din  4 balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser gundên navborî geriyan.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XkpSK9YVNDs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>