Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir

Bi beşdariya 14 komên stran, dîlan û şanoyan, Mîhrîcana"Kulîlkên Zaroktiyê" ya Duyemîn li bajarê Reqayê dest pê kir.

Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
Li Reqayê Mîhrîcana Zarokan dest pê kir
5 tîrmeh, 2021   14:33
REQA

Çalakiyên Mîhrîcana Kulîlkên Zarokatiyê ya Duyemîn vê sibehê bi dirûşmeya "Ji bo zarokatiyê dijîn" li hola Tac a bajarê Reqayê dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye organîzekirin. Bi dehan şênî, nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî amade bûn.

Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Senaa Ebas bi xêrhatina mêvanan kir û got: "Zarokên me beriya niha ji ber şer nekarîn behreyên xwe geş bikin, lê îro me ev mîhrîcan li dar xistiye da ku karibin rûyê wan xweş bikin û behreyên wan ku çete hewl dan binax bikin, geş bikin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa axivî û got: "Mîhrîcana zarokan mîhrîcana aştî, ewlehî û şadkirina zarokan e. Ev tecrûbeyeke zindî ku îşaretê bi rewşa zarokan a di pêvajoya salên derbasbûyî de pê re rû bi rû man dike, ji armancên me yên sereke behre û karînên wan ên hunerî geş bikin ye da ku xewn û hêviyên wan bi cih bînin."

Paşê Koma Nesaim El-Firat û Koma Zarokan a Dêrazorê şanoyek bi navê "Zaroktiya min li min vegerînin" pêşkêş kir. Şano balê dikişîne li ser rewşa xwendekaran di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de ku ji xwendinê bê par mabûn.

Her wiha Koma Zarokan a Reqayê stranên kurdî û erebî pêşkêş kirin

Koma kelepurî ya dîlana gelerî bi beşdariya 16 zarokan, dîlaneke stranî ya bi navê"Ya Xitar El-Lîl" pêşkêş kir. Komê cil û bergên Ereban li ber xwe kirin ku nîşaneya kelepura ereban a li herêmê dide.

Zarokên bi navên Ehmed û Heyder El-Fekaş stranên ji çanda Heleb û Firatê gotin.

Çalakiya roja yekemîn bi gerandina govendên gelerî bi dawî bû.

Tê payîn ku çalakiyên mîhrîcanê li gundewarê bajarê Reqayê heta 8`ê Tîrmehê dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7LnZs5s9XzM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>