Artêşa Iraqê ciwanekî Êzidî girt û rojnamevanek jî birîndar kir

Artêşa Iraqê li bajarokê  Xanesorê yê Şengalê ciwanekî Êzidî girt. Girseya ku dijî girtina ciwan nerazîbûn nîşan da jî hat gulebarankirin, di encama gulebaranê rojnamevan Selah Berces ku bûyer dişopandin, birîndar bû.

Artêşa Iraqê ciwanekî Êzidî girt û rojnamevanek jî birîndar kir
5 tîrmeh, 2021   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Xanesorê ya Şengalê îro saet derdora 16.00’an de bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hat lidarxistin. Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê. Piştî meşê di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de alozî derket. Di aloziya saet derdora 18.00’an derket de, leşkeran ciwanek girt.

Li ser vê yekê girse li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da, her wiha xwest ku ciwanê hatiye girtin, were berdan. Di dema nerazîbûna gel de, leşkerên Iraqê gule berdan.

/kr/uploads/files/2021/07/05/163020_whatsapp-image-2021-07-05-at-7.26.48-pm.webp

Di encama gulebaranê de rojnamevan Selah Berces ku bûyer dişopandin, birîndar bû. Berces veguhestin nexweşxaneya Xanesorê û hat gotin ku rewşa wî baş e.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-tbt8RabFXo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>