Li Minbicê lihevanînek di navbera rêveberiyê û malbatên qurbaniyan de pêk hat

Llihevanîneke di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û malbatên qurbaniyên provakasyonên dawî de hate lidarxistin.

Li Minbicê lihevanînek di navbera rêveberiyê û malbatên qurbaniyan de pêk hat
5 tîrmeh, 2021   14:08
MINBIC

Bi dehan şênî, şêx û rûspî, nûnerên saziyên sivîl, meclisa leşker, nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê, şandeyek ji Reqa, Tebqa û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna lihevanînê de amade bûn.

Civîn li dibistana Xesaniyê ya rojhilatê bajarê Minbicê hate lidarxistin. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û got: "Em îro civiyane da ku bi gotinên xweş û dilên pak pirsgiran çareser bikin."

El-Ebid got: "Sûriya di gelek pêvajoyan re derbas bûn, lê tu kes bi ser neket, hemû jî bi bin ketin, lê yên ku sûdê digire ajnîdeyên derve ne. Tu kes ji derve ji bo îslahê nayê, lê ji bo berjewendiyên xwe tên. Hemû jî berjewendiyên xwe li ser Sûriyê dibînin."

Piştre ji rûspiyên eşîra Demalxa ya Minbicê Ebdulrezaq Îsamîl peymana lihevanînê xwend. Li gorî peymanê ku xwe dispêre peymana aştiyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê, ji bo her qurbaniyekê 30 milyon lîreyên sûrî tê dayîn.

Her wiha 250 milyon lîreyên sûrî  radestî komîteya ku ji eşîrên Minbicê pêk tê, hate kirin da ku ji rêveberiyê diyarî malbatên qurbaniyan  were kirin. Her du aliyan li ser vê peymanê îmze kirin.

Endamê Komîteya Eşîran û Malbatên Qurbaniyan Mehmûd El-Hesen axivî û got: "Bersivdayîna şêniyên me yên Minbic û gundewarê wê ji dengê aqilê û heqiyê cihê rêzdariyê ye, xema wan a yekem ew bû ku rijandina xwînê were rawestandin û ewlehî û aştiya navxweyî were parastin."

El-Hesen axaftina xwe wiha domand: "Em jiyaneke aram û ewle dixwazin, dema ku welatî çek di destê şervan de dibîne aramiyê hîs dike. Siyaseta pişaftina gelan û tundiyên îsbat bû ku ewlehiyê ne ji hakim re û ne jî ji mehkûm re tîne, lê edalet, diyalog û guhdarkirina li êşa şêniyan û daxwazên wan rêya yekane ye ku her kesî ber bi aramiyê ve bibe."

Bi navê rêveberiya Minbicê, Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebdo axivî û bi bîr xist ku ya ku li Minbicê rû da, hin kes derketin û daxwazên xwe anîn ziman, ji kêliya yekemîn ve rêveberiyê berpirsyartiya li hemberî van daxwazan hilgirt.

Piştre daxuyaniya hevbeş a komîteya ku rêveberiya Minbicê ava kiriye û komîteya ji eşîran û malbatên qurbaniyan hatiye avakirin hate xwendin.

Endamê Komîteya Lihevanînê Eymen Mihemed daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nFWBU-r2HEc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

"Di encama bûyerên ku vê dawiyê li Minbic û gundewarên wê de rû dan, 5 kes bûn qurbanî û gelek jî birînar bûn. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên ji ber berpirsiyartiya wê di kêliyên yekemîn de rewş çareser kir, her wiha piştî kesên mezin ên ji rêveberî û welatparêzan komîteya ji eşîrên Minbic û malbatên qurbaniyan û komîteya yekalî ji hêla rêveberiyê ve hatin avakirin  da ku rewşa çêbûye çareser bikin. Lê piştî kedên her du komîteyan, li ser van xalan lihevkirin çêbû:

Rêveberî 30 milyon lîreya Sûriyê dide malbatên her qurbaniyekî.

Rêveberî 225 milyon lîreya Sûriyê dide komîteya eşîran û malbatên qurbaniyan da ku diyarî mablatên qurbaniyan werin werekirin.

Komîteyê ji bo avakirina komîteyeke tenduristiyê li hev kir da ku rewşa birîndaran yek bi yek bişopîne û li gorî rapora komîteya tenduristiyê tawîzan bibe.

Xwestekên ku komîteya eşîran pêşkêş kirine, girîng in û di xebata pêşîn ên rêveberiyê de ne.

Tê zanîn ku rêveberiya dest bi xebata pêkanîna wê di çarçoveyeke demê ya diyar de kiriye, her wiha rêveberî van xwestekên rewa yên welatiyan paşguh nake û dê kesên gendel û porvakator muhasebe bike. Dê her kesê hewl bide ewlehî û aramiya welatê me derbe bike muhasebe bike. Em qebûl nakin ku tu kes ji derve welatê me şîret û wisayet bike. Ji ber ku şêniyên Minbicê bi xwe parastina ewlehî û aramiya xwe berpirsiyar in.  

Çend rojên berî nîşane bû ku şênî bi rêveberiya xwe re hevgirtî ye û vê astengiyê derbas bike, dê Minbic yek dest û gotin be û tu cudahiyan qebûl neke."

(fr)

ANHA