Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi şêniyên Kobanê re civiyan

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê civînên bi şêniyên gundewarên Kobanê re didomîne da ku geşedanên siyasî ji wan re şîrove bike û li pirsgirêkên wan guhdar bike.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi şêniyên Kobanê re civiyan
4 tîrmeh, 2021   15:22
KOBANÊ

Civîna îro li gundê Omrik ê 35 kîlo metre li başûrê Kobanê ye li mêvanxaneya endamê berê yê Komîteya Rûspiyan Xelîl Ehmed Kore hate lidarxistin. Bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de şêniyan behsa pirsgirêkên jiyanî kirin, piranî şêniyan xwestin ku sedemên krîza sotemeniyê binasin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed armanca lidarxistina van civînan diyar kir û wiha got: "Ji bo guhdarkirina li pirsgirêkên şêniyan û hewldana dîtina çareseriyan em civîn li dar xist."

Ehmed got: "Piranî şêniyan gotin bîrên petrolê yên heyî beriya krîza Sûriyê têra tevahî gelê Sûriyê dikir û niha têra tenê 5 milyon şêniyan nakin. Ev gotin rast e, lê belê Rêveberiya Xweser tenê ji sedî 10 ji van bîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne û nikare zêdetir bi kar bîne. Ji ber ku pêdiviya wan bîran bi sererastkirin, şîrketên mezin an jî şîrketên derve hene, lê şîrketên derve jî nikarin di vê demê de bi awayekî fermî derbasî herêmê hebin. Ji wê zêdetir jî qaçaqiya petrolê heye. Ew jî ji ber li herêmên derdorê Rêveberiya Xweser mazot buha ye."

Hevseroka Meclisa Rêveber Fewziye Ebdî li ser rewşa siyasî axivî û wiha got: "Piştî derbasbûna 100 salî guhartin li herêmê çêbûn û desthilatî tên guhartin. Em jî li Rojhilata Navîn li beramber guhartina siyasî û erdnîgarî ne. Her wiha hin dozên bi girêk hene û divê çare jê re werin dîtin, mîna doza Kurd, doza Filistînê û hwd."

Di dawiya civînê de, nûnerên Rêveberiya Xweser eşkere kir ku dê tevahî xwestekên şêniyan lêkolîn bike û çareyên lez jê re bibînin.

(fr)

ANHA