Nerazîbûnên li dijî qetilkirina Îda El-Seîdo zêde dibin

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê qetilkirina jinan a bi navê "Şerefê" şermezar kir û bang kir ku cezayên giran li qatilên Îda bibirin.

Nerazîbûnên li dijî qetilkirina Îda El-Seîdo zêde dibin
4 tîrmeh, 2021   15:58
MINBIC

Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan a bi navê "Şerefê" û qetikirina zaroka bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan jinên saziyên taybet ên jinan û nûnerên jinan ên partiyên siyasî li Stada Beledî ya bajar hate xwendin. Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê Asala El-Axa daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûc û qetikirinên jinan ên di bin navê "Şerefê" de hatin şermezarkirin û hate gotin ku sûcên bi vî awayî delîlê paşketin û hovîtiya sûcdaran e.

Têkildarî qetilkirina Îda El-Hemûdî El-Seîdo, hate gotin:" Sûcê ku vê dawiyê li gundewarê Hesekê li dijî zaroka bi navê Îda El-Hemûdî û El-Seîdo bi navê şeref hate kirin, mînaka herî zelal a wehşiyet, paşketin û adetên paşverû ye ku di civaka me de belav bûye. Gunehê vê zarokê çi ye da ku bi vî awayî were qetilkirin, wehşên daristanan ji vî sûcî şerm dikin, gunehê wê ew bû ku nêrîna xwe got û zewaca bi pismamê xwe re red kir, ku ev mafê wê ye."

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Ji van  sûcan re kanî mirovî û kanî wijdan? Ev ne sûcê yekemîn e ku li dijî jinan tê kirin. Binpêkirinên li dijî jinan berdewam in. Sûcê  li dijî jinên gundê Erîma yê Minbicê ku di encama topbarana hovane ya dijminê Tirk û çeteyên wê de 2 jinên gund wefat bûn delîlekî nû yê hovîtiya vê rejîmê û domandina binpêkirinên tevahî qanûnên navneteweyî ye. Sûc li dijî jinan zêde dibin, ji ber ku jin qebûl nakin ku bi adet û kevneşopiyên paşverû qeydkirî bimînin û dixwazin jiyaneke bê zilm û bê koletî bijîn.

Jinan banga cezayê giran a li dijî sûcdaran kir "Em Kombûna Jinên Zenûbiya banga birîna cezayên giran ên li dijî qatilên Îda El-Hemûdî El-Seîdo dikin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku gavên cidî bavêjin da ku binpêkirinên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, bi dawî bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L_EUXN8dNgo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>