Daîreya Têkiliyên Derve 20 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro 20 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve 20 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin
3 tîrmeh, 2021   11:20
QAMIŞLO

Şandeyek ji Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê kir.

Şande ji aliyê cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr ÎLiya, endama Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Sena Deham û endamên Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat pêşwazîkirin.

Belgeya radestkirina 20 zarokan ji aliyê cîgera Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Ebîr Îliya û alîkara Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê Larisa Nikolaevna ve hate îmzekirin.

Di civîna çapemeniyê de cîgira hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Îliya spasiya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê kir û wiha got: “Ev ne cara yekemîn e ku zarok tên radestkirin, beriya niha 205 jin û zarok radestî buroya Komîseriya Mafên Zarokan a Rûsyayê hatin kirin. Em ê heta dawiyê bibin alîkar da ku em hemû zarokan radestî wan bikin.”

Her wiha Larisa Nikolaevna axivî û got: “Em spasiya hemû kesên ku beşdarî pêkanîna radestkirina zarokan bûne, dikin, em ê hewl bidin hemû zarokan vegerînin.”

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3Wg3j9ilNas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>