Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê bi dawî bû

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê piştî çalakiyên 3 rojan, Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan a Duyemîn bi dirûşma "Ey zarokên cîhanê ji bo zaroktiya me, bi hev re stranan bêjin” bi dawî kir.

Mîhrîcana Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê bi dawî bû
3 tîrmeh, 2021   08:50
TEBQA

Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya El-Cirinyê, bi beşdariya 7 tîmên zarokan ji Tebqa û El-Ciriniyê, bi dawî bû.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya di roja dawîn a mîhrîcanê de axivî û  bixêrhatina beşdaran kir û piştrast kir ku armanca sereke ya mîhrîcan û çalakiyên zarokan ew e  ku erêniya hunerê û bandora wê li ser civakê bi tevahî were eşkerekirin.

Di roja dawîn a mîhrîcanê de, Koma Beraim El-Firat a stranan, Zarokên Firatê, Zarokên Aştiyê, Koma Strana Mîrata Kurdî, Koma El-Zihûr, Koma Stranên El-Ciriniyê û El-Ciriniyê ya hunerên gelêrî beşdar bûn.

Tevahî tîmên beşdar, di pêşandanên xwe de girîngiya piştgirî û pêşxistina behreyên zarokan di tevahî warên hunerê de û girîngiya pevguhastina çandî di navbera pêkhateyan de, nîşan dan.

Hêjayî gotinê ye ku mîhrîcan di 30'ê Hezîrana de li bajarê Tebqayê dest pê kiribû û di roja duyemîn de li bajarê Mansûra berdewam kir û li El-Ciriniyê bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zYqOZI3mVZQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>