Rêxistina PYD'ê ya Sirînê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist

Rêxistina PYD'ê ya navçeya Sirînê ya başûrê bajarê Kobanê kongreya xwe ya duyemîn bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyên yên herêma Firatê û şêx û rûspiyên ereb û kurd li dar xist.

Rêxistina PYD'ê ya Sirînê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya Sirînê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
Rêxistina PYD'ê ya Sirînê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist
2 tîrmeh, 2021   14:14
KOBANÊ

Bi dirûşmeya"Bi rêxistin û berxwedana gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û neteweya demokratîk biparêzin", rêxistina PYD'ê ya navçeya Sirînê kongreya xwe ya duyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Xabûr li dar xist. Bi dehan endam û rêveberên partiyê yên li ser asta herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriya Pêşerojê, nûnerên saziyên civaka sivîl, gelek rûspiyên herêmê ji Kurd û Ereb tev li kongreyê bûn.

Endamê Meclisa PYD`ê ya Herêma Firatê Hisên El-Şêx axivî û bixêrhatina beşdaran kir, her wiha behsa geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê û pirsgirêkên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê re rû bi rû dimînin, kir.

Hisên El-Şêx bal kişand ser helwesta wan a li hemberî hikumeta Sûriyê û got: "Em her tim nameyan ji hikumeta Sûriyê re dişînin û dibêjin; werin em diyalogan li dar bixin, tu rojê em nebûne aliyek, berojayî wê em tim dibêjin em parçeyek ku ji Sûriyê nayê parçekirin in, tişta ku em dixwazin jiyana bi rûmet e û ji qelem, aqil û fikirê min re azadî hebe."

Hisên El-Şêx ev li gotina xwe zêde kir: "Em wekî PYD`ê beşek ji şoreşê û beşek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê in, hin şaştî û xalên ku em nikarin wan bi cih bînin hene, lê dema ku em vê gotinê dibêjin; divê em bi di kesên  ku li derdora me ne de bifikirin. Rejîm ji hemû aliyan ve me dorpêç kiriye, her wiha Tirkiye û çeteyên wê jî û dergeh girtine, çareserî di hevgirtina me de ye anku  di komeke ku zehmet be were parçekirin ew jî ji tevahiya pêkhateyan pêk were da ku civaka navneteweyî neçar bike ku bi me re bicive."

Hisên El-Şêx îşaret bi siyaseta ku hêzên cîhanê û herêmî didin meşandin kir û ev lê zêde kir: "Sedema sereke ya redkirina diyalogên bi Rêveberiya Xweser re ew e ku tevahiya pêkhateyan wekî hêzeke yekgirtî digire nava xwe, berojavjî kiryarên ku ew alî dixwazin pêk bînin."

Hisên El-Şêx diyar kir: "Ji me dixwazin ku em parçe bibin, her wiha hewl didin provaksyonan, parçekirinê bixin nav me de da ku têkbirina projeya me li ser wan hêsan bibe."

 

Bi navê Kongrya Star a Navçeya Sirînê Bûşra Xelas axivî û lidarxistina kongreyê li PYD`ê pîroz kir û got ew ê dest bi dest hêviyên şehîdan bi cih bînin û projeya neteweya demokratîk jî pêk bînin.

Li aliyekî din gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî peymanên pîrozkirina lidarxistina kongreyê şandin û hêviyên xwe destnîşan kirin ji ber ku partî rewşa herêmê pêşdixe.

Piştre rapora salê hate xwendin û nîqaşkirin, dûvre hilbijartin li dark et û 17 endam ji bo meclisa partiyê ya navçeyê hatin hilbijartin.

(eh)

ANHA