Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir

Li Qamişlo çalakiya roja yekemîn a Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî bi beşdarbûna 24 nivîskaran dest pê kir.

Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
Mîhrîcana 7’an a Kurteçîrokên Kurdî dest pê kir
1 tîrmeh, 2021   18:55
QAMIŞLO

Mîhrîcana 7’an bi diruşma "Çîrok bang e…xwenasîn û vedeng e" li Hola Zana ya Qamişlo dest pê kir. Mîhrîcana ji aliyê Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ve hatiye organîzekirin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre mûzîk û hin qeydên bi dîmen ên nivîskar û hunermenên Kurd ên li derve hatin pêşkêşkirin. Di qeydan de lidarxistina mîhrîcanê hate pîrozkirin.

Di mîhrîcanê de rewşenbîr, nivîskar û helbestvan, her wiha endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Ji tevahî Kurdistanê 24 nivîskarên li gorî şert û mercên mîhrîcanê û li gorî peyama çîrokê beşdar bûn.

Mîhrîcan dê heta 5’ê vê mehê bidome. Dê di roja dawî de 3 xelat ji bo 3 kurteçîrokên herî baş werin dayîn.

Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê ji 2014’an de salane mîhîrcanê ji bo vejandina kurteçîroka Kurdî li dar dixe.

(fr)

ANHA