SOHR`ê hejmara kuştiyên meha Hezîranê eşkere kir

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li gundewarên Helebê bi hev ketin. Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hejmara kuştiyan di meha Hezîranê de belge kir.

SOHR`ê hejmara kuştiyên meha Hezîranê eşkere kir
1 tîrmeh, 2021   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran li derdora Eyn Deqnê ya gundewarên bakurê Helebê bi hev ketin. Di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Ji aliyekî din, SOHR'ê ragihand ku 255 kes di meha Hezîranê sala 2021'an de hatin kuştin û detayên kesên hatine kuştin wiha ye:

-  97 sivîl, ji wan 22 zarok ku temenê wan kêmtirî 18 salî ye, 14 welatiyên jin û hemû di teqîn, îşkence û topbaranê de hatin kuştin.

- 158 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar ên alîgirên wan û çeteyên DAIŞ’ê û hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin kuştin.

(dx)