Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan qetilkirina bi komî ya keçekê şermezar kir

Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan a Sûriyê qetilkirina bi komî ya keçek biçûk şermezar kir û xwest qatil werin cezakirin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Jinan qetilkirina bi komî ya keçekê şermezar kir
1 tîrmeh, 2021   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenekî qetilkirina bi komî ya keçek biçûk li ser medyaya civakî hate parvekirin, tê gotin ku qatil ji malbata keçikê ne.

Li ser mijarê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê daxuyaniyek weşand. Tê de ev sûc şermezar kir û got: "Em sûcê qetilkirina keça bi navê Îda El-Hemûdî El-Seîdo ya ji taxa Zihûr a Hesekê şermezar dikin."

Navendê bang li aliyên ewlehî yên berpirs kir ku kesên ku ev sûc pêk anîne bigirin û li gorî qanûnan cezayê tund li wan bibire.

(dm)

ANHA