Rûsyayê red kir ku dergeha Til Koçerê vebe

Balyozê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî pêşniyara ji nû ve vekirina dergeha Til Koçer a sînorî ji bo alîkariyên mirovahî, wek "bê encam" bi nav kir.

Rûsyayê red kir ku dergeha Til Koçerê vebe
1 tîrmeh, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Associated Press, projeya biryarê ya Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyar kir ku alîkariyan di dergehên Til Koçer û Bab El-Hewa re bişînin, lê belê balyozê Rûsyayê yê li NY’yê Vasily Nebenzia di civîneke çapmeniyê de diyar kir ku Rûsya dê nîqaş bike, ka dikarin xebata radestkirina alîkariyan bi rêya Bab El-Hewa bidomînin an na.

Vasily Nebenzia pêşniyara ji nû ve vekirina dergeha Til Koçer a sînorî ji bo alîkariyên mirovî jî wek "bê encam" bi nav kir.

(dm)