Bîlançoya meha Hezîranê ya êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê yên meha Hezîranê de gelek ziyan gihîşt mal û milkên şêniyan, her wiha di encama topbaranê de zaroka 14 salî hate qetilkirin û şivanê bi navê Mîrzan jî bi giranî birîndar bû.

Bîlançoya meha Hezîranê ya êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê
1 tîrmeh, 2021   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê wiha ye:

1`ê Hezîranê, dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 8 obisan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

2`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Hurbil, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye,Kelê, Tat Meraş, Tinib û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 14 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

3`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Kelê, Bênê, Girê Kilûtê, Aqîbê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 134 obîsan, 23 hawanan û 13 guleyên tankan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

4`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Girê Kilûtê, Xerab Şemsê, Meranazê û gundê Mezin yên Şehba û Şêrawayê bi 234 obisan û 89 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

5`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Tepê Gêra, Girê Xwedê, Meranaz, Malikiye, Kelê, Şewarxa, Soxanekê, Meyasê û Girê Kilûtê yên Şehba û Şêrawayê bi 96 obisan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

6`ê de Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Tat Meraş, Şewarxa, Merenazê, Eyn Deqnê, Kelê , Xerab Şemsê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 obisan û 23 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.

7`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên  Meranaz, Malikiyê,  Şewarxa, Tepê Şehîd Xabûr, Eyn Deqnê, tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê bi bi 57obîsan û 9 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

8`ê Hezîranê  dewleta Tirk bi şev û roj gundên Til Medîq, Til Cîcan, Minix, Merenazê, Malikiyê, Bênê û Elqemeiye yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

9`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Merenazê, Tat Meraş û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi bi 26 obisan û 26 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

10`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Meyasê, Malikiyê û Meranazê yên Şehba û Şêrawayê bi bi 127 obisan û 23 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

11`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên  Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Dêr Cimêl, Bênê, Samûqa, Bêlûniyê, Minix û Eyn Deqnê  yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obisan û 25 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmên Şehba û Efrînê geriyan.

12`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Meranazê, Elqemeiye, Geliyê Meyasê, Qinêtrê, Girê Şehîd Xabûr, Kefer Xoşer, Basûtê, Kelê , Eyn Deqnê, Minix, Şêx Îsa û Samuqe yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

13`ê Hezîranê dewleta Tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Minix, Bêluniye, Wehşiye, Til Rifet, Merenazê, Malikiyê, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, derdora Soxanekê, Ziyaretê, Xirêbkê, Dêr Cimêlê, Bênê, herêma di navbera Bênê û Dêr Cimêlê de, herêma di navbera Ziyaretê û Dêr Cimêlê de, herî dawî herêma di navbera Dêr Cimêlê û Kefer Naya de yên Şehba û Şêrawayê bi 478 obîxan û 180 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.

14`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj gunên Malikiyê, Meranazê, Şewarxa, Meyasê, Eyn Deqnê, Tepê Gêra û Şêx Îsa yên Şehba û Şêrawayê bi 17 obîsan topbaran kirin, Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana Şehba û Şêrawayê geriyan.

15`ê Hezîranê  dewleta Tirk bi şev û roj gundên Til mediq, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Bêluniyê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa,Bênê, Aqîbê û Soxanekê  yên Şehba û Şêrawayê bi 13 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li asîma Şehba û Şêrawayê geriyan.

16`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiye, Şewerxa, Tepê Meyasê , Tepê Kilûtê, Til Medîq, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 8 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana Şehba û Şêrawayê geriyan.

17`ê Hezîranê dewleta Tirk dagirker bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Tat Meraş, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obîsan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser herêma Efrînê û Şehbayê geriyan.

18`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Elqemiye yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obîsan topbaran kirin. balafirên şer û keşfê jî li herêmê geriyan.

19`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Tat Meraş, Malikiyê, Meranaz, Soxanekê , Girê Şehîd Xabûr û Aqîbê yên Şehba û Şêrawayê bi 30 obîsan û 13 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba geriyan.

20`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Deqnê, Malikiyê û Merenazê yên Şehba û Şêrawayê bi 12 hawanan û 5 topên tankan topbaran kirin. balafirên şer û yên keşfê bê navber li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

21`ê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Malikiyê, Meranaz û Elqemiye yên Şêrawayê bi 6 hawanan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şêrawayê geriyan.

22`ê Hezîranê  dewleta Tirk a dagirke gundên Meranaz û Malikiyê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin û balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehbayê geriyan.

23`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagikrer bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hezwan, Samuqa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye û Tinibê yên Şehba û Şêrawayê bi 8 hawanan û 17 obîsan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şêrawayê geriyan.

24`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker bi şev û roj gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Tat Meraş, Girê Kilûtê û Elqemiyê yên Şehba û Şêrawayê bi 27 obîsan topbaran kirin. Balafirên şer û keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

25`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiyê, Xerab Şemsê, Eyn Deqnê û Bêlûniye yên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

26`ê  Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz, Elqemiye, Malikiyê, Şewarxa, Kelê , Bendava Şehbayê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsayê bi 25 hawanan û 35 obîsan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

27`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Samuqa, Til Medîq, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Şêrka, Meranaz û rêya di navbera Şehba û Şêrawayê de, bi 60 obîsan û 12 hawanan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

28`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Malikiyê, Meranaz, Girê Kilûtê, Eyn Deqnê û Tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

29`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Elqemiye, Xirêbkê, Şêx Îsa û Hurbil ên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj bi 27 obîsan û 13 hawanan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.

30`ê Hezîranê dewleta Tirk a dagirker gundên Meranaz û Girê Şehîd Xabûr ên Şêrawayê topbaran kirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker zeviyên li Ezaz û Meryemînê dan ber agir.

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de zaroka bi navê Zeyneb (14) jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 28`ê mehê de jî di navbera gundê Basilê û aqîbê yên navçeya Şêrawayê de mayîneke çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi şivanê bi navê Mîrzan Xelîl de teqiya û bi giranî birîndar bû.

Li gorî bîlançoyê kantona Efrînê û kantona Şehbayê yên girêdayî herêma Efrînê rojane hatine topbarankirin û gelek ziyan gihîştiye mal û milkên şêniyan.