Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriya 50’emîn bi artêşa Tirk re li Dirbêsiyê gerand

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê tevî artêşa dewleta Tirk dewriya 50’emîn a hevbeş li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê gerand.

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriya 50’emîn bi artêşa Tirk re li Dirbêsiyê gerand
1 tîrmeh, 2021   11:05
HESEKÊ

Dewriyeyê ji deriyê sînor ê Şêrik ku 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ye, dest pê kir.

Dewriyeya hevbeş li gundên rojavayê navçeya Dirbêsiyê yên Şêrk, Dilêk, Qebrwan, Talek, Kerkand, Hajoglî, Itêşan, Berkevrê, Qunêtra û Selam Elîk geriya.

Piştre wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker vegeriyan û wesayîtên zirxî yên Rûsyayê jî vegeriyan baregeha xwe ya li navçeya Til Temirê.

(dx)