Li Hesekê û Girkê Legê projeyên xizmetguzariyê

Şaredariyên gel ên Hesekê û navçeya Girkê Legê, di nava plana îsal de, amadekariyan projeyên nû yên xizmetguzariyê dikin.

1 tîrmeh, 2021   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariyên gel ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewl didin xebatên xizmetguzariyê li herêmê li gorî budçeya sala 2021'an  baştir bikin.

Şaredariya Gel a Hesekê, ji 20 Hezîranê ve dest bi projeya sererastkirina rêyan kiriye.

/ar/uploads/files/2021/07/01/073703_dsc_0234.webp

Hevseroka Şaredariya Gel a Hesekê Viyan Cacan ragihand ku armanca wan projeyan ew e ku binesaziya bajêr baştir bikin, bi taybet piştî zêdebûna avahiyan.  Viyan destnîşan kir ku hemû projeyên ji hêla Şaredariya Gel ve dê werin pêkanîn, bi miqdarê 150 hezar dolar e anku 400 mîlyon lîreyên Sûriyê.

GIRÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê, Şaredariya Gel 64 hezar dolar veqetand da ku li navenda navçeyê û bajarokên wê plansaziyên xwe yên xizmetguzariyê pêk bîne.

Di nav projeyên xizmetguzariyê de, avakirina geracekê li navçeya Girkê Legê bi buhayê 9 hezar dolar û kolandina bîrekê li herêma bakurê Girkê Legê.

Her wiha sererastkirina rê û kolanên navçeyê û vekirin û sererastkirina toreyên kanalîzasyonê bi miqdarê 10 hezar dolarî.

Li gorî çavdêrên Şaredariya Gel, dê rêya bajaroka Mistefawiyê û rêya gundê Yûsifiyê werin sererastkirin. Her wiha toreyên kanalîzasyonê yên gundên Rimêlan Paşa û Erûr jî werin nûkirin.

)dx)

ANHA