Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongreya Star a Helebê da zanîn ku têkoşer Zîlan bi rêya çalakiya xwe ya fedayî rê li pêş tevahî jinan ji bo daxwazên azadiyê vekir, êdî bû sembola tevahî jinan, her wiha soz da ku li ser şopa şehîd Zîlan bimeşin.

Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî
Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî
Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî
Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî
Kongreya Star a Helebê şehîd Zîlan bi bîr anî
29 hezîran, 2021   19:40
HELEB

Kongreya Star a Helebê merasîma bîranîna Zeyneb Kinacî (Zîlan) a ku çalakiya fedayî li dijî artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê di 1996’an de pêk aniye, li dar xist.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî yên taxê amade bûn. Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar ket û bi wêneyên rêber Ocalan, wêneyên şehîd Zîlan û wêneyên şehîdên Hezîranê hat xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endama rêveber a Kongreya Star a Helebê Fatme Hesen behsa çalakiya fedayî ya ku têkoşer Zîlan pêk aniye kir û wiha got: "Şehîd Zîlan di oxira azadiya gelên blindest de canê xwe feda kir û êdî bû sembola jinên azadîxwaz."

Fatme Hesen wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin ku dê têkoşîna xwe li ser metoda têkoşer Zîlan bilind bikin. Şehîd Zîlan rê li pêş azadiya jinan û derketina wê ji bin qeydên zihniyeta mêrdestiyê vekir."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Koordînasyona Kongreya Star Amine Xidro peyama têkoşer Zîlan a beriya şehadetê ku ji rêber Abdullah Ocalan re rê kiriye, xwend.

Merasîm bi pêşkêşkirina stranên şoreşgerî ji hêla Koma Vejîn a girêdayî Navenda Cemîl Horo ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA