ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-06-2021'AN
28 hezîran, 2021   23:00

- Ji 10`ê Hezîranê ve tu agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her du endamên PYD`ê yên li Hewlêrê hatine revandin, nehatiye girtin. PDK`ê heta niha sedemên revandina wan diyar nekiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di wêneyekê de ku ji bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî hatiye bidestxistin, diyar dibe ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser şopa DAIŞ'ê ne û zarokan bi çek dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Kobanê ji ber qirêjiya ava Firatê hejmara kesên bi jehrî ketine pir bûye, têkildarî vê yekê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ragihand ku di meha dawî de hezar û 464 kes bi jeherî  ketine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Başûrê Kurdistanê (PYD) şermezar kir û got, dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê van kiryaran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bi diruşma "Bi fikirê neteweya demokratîk jinên Êzidî yên Rojava bi ser dikevin" Konferansa damezrîner a Yekitiya Jinên Êzidî li kantona Şehbayê li dar dikeve, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Mihemed Ebas Îtlîf wek "muxalefeta neyînî" bi nav kir û piştrast kir ku armancên wê tenê ku axa Sûriyê bifiroşe dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Salih Bozan got:“Hikumeta Tirk ne bi tena xwe û ne jî bi PDK`ê re, nikare PKK`ê tune bike. Bi êrişa xwe ya li dijî PKK`ê ya li Başûr, AKP dixwaze xwe di aliyê siyasî de li ser asta hundirîn rizgar bike, her wiha parçebûnê di nava tevgerên kurdî de çêke û mixabin niha em vê parçebûnê jî dibînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pispora kar û barên komên çekdar Anki Seeberg destnîşan kir ku avakirina dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo darizandina DAIŞ`ê gaveke pir girîng e ji pêkanîna edaletê ye û got: " Nabe civaka navneteweyî biryarekê li şûna qurbaniyan bigire, nemaze dema mijar dibe edalet û tawîzan." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku dewleta Tirk a ku bi hişmendiyek kemalîst tev diğere, li dijî gelê Kurd projeya qirkirinê daye destpêkirin. Ulugana got "Divê ji endamên malbata Barzanî re yên li cem dewleta Tirk radiwestin bê gotin ku gelê Kurd ji PDK'ê mezintir e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Roj bi roj sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê pêk anîne, eşkere dibin. Herî dawî eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kargeh û avahiyên stratejîk ên bajarê Helebê talan kirine ku wek paytexta aboriyê li Sûriyê tê naskirin. Çeteyan bi çavdêriya yekser ji aliyê kesên nêzî Erdogan ve alavên van kargehan derbasî Tirkiyê kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên kedkar ên bajarê Qamişlo meşekê li dar dixin, meş ji çerxerêya Şehîdan ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve dest pê dike, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Bi çavdêriya rahênerên pispor ên Komîna Filim a Rojava û bi hevkariya Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya Girkê Legê 40 ciwan beşdarî werşeya amadekirina lîstikvanan bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Pembo ji berhemên çandiniyê yên stratejîk e, ji ber girîngiyeke wê heye û bi "zêrê spî" tê nasîn. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî xwedî girîngiyek e, lê miqdara berhem û rêjeya çandiniyê li herêma hawîza Firatê bi paş ketiye û li herêma Cizîrê ji nû ve geş dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA