Koalîsyona Navneteweyî:  Divê doza girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan were çareserkirin

Wezîrên derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ragihand ku ew ê têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞ'ê berdewam bikin da ku DAIŞ nikaribe şax û torên xwe li cîhanê ava bike. Wezîran bal kişand ser rewşa girtiyên DAIŞ'ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin, cihê fikaran e, pêwîst e çareseriyeke mayinde jê re were peydakirin.

Koalîsyona Navneteweyî:  Divê doza girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan were çareserkirin
28 hezîran, 2021   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna wezîrên Derve  yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bi encanameyê bi dawî bû.

Wezîran di civînê de ragihand ku ew ê bi israr têkoşîna hevbeş a li dijî DAIŞ'ê bidomînin û mercên têkbirina mayînde ya komên terorîst peyda bikin û diyar kir ku ev yek armanca yekane ya koalîsyonê ye.

Wezîrên Derve yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê, endamên nû yên ku tev li koalîsyonê bûne pêşwaz kir, ew jî Komara Afrîkaya Navîn, Komara Kongo Demokrat, Morîtanya û Yemen in.

Wezîran ragihand ku ew ê li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê, şax û torên wê yên li tevahî cîhanê tê bikoşin da ku nikaribe careke din vegere û gefan li cîhanê, welat, gel û berjewendiyên wan bixwe.

Têkildarî terorîstên girtî yên biyanî û malbatên wan ên li Sûriyê û Iraqê hate gotin: "Wezîran diyar kir ku dê makanîzmeya edalet û lêpirsîna aktîv ya heyî bi koordînaya xurt bi welatên wan re bişopîne. Li gorî wê dê çekdarên ku tundiya zayendî wekî amûrekê ji bo terorê bi kar anîbin werin muhasebekirin. Koalîsyon dê bi xurtkirina xebatên ji bo garantiya dan û standinên bi tawanbaran re pabend be, di nav de çekdarên biyanî. Divê li gorî qanûnên navneteweyî werin dadgehkirin û garantiya dadgehkirineke adil were pêşkêşkirin. Koalîsyonê bang li gardiyanên girtiyên DAIŞ'iyên terorîst kir ku di her demê de bi awayekî mirovî li gorî qanûnên navneteweyî nêzî wan bibin. Her wiha wezîran diyar kir ku rewşa girtiyên DAIŞ'ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Spriyê gelek fikaran çêdike, divê çareseriyeke giştî û demdirêj ji vê doza xeternak re were dîtin."

Girêdayî Sûriyê hate gotin: "Koalîsyon li kêleka gelê Sûriyê ye, piştgiriyê dide çareseriya siyasî ya mayînde ya li gorî biryara NY’yê ya 2254’an. Divê koalîsyon li hember gefên terorê yên bi hemû şêweyan hişyar be da ku serkeftinê misoger bike. Li dijî her gefên li hember serketinan divê xebat bi şêweyekî hevbeş berdewam bike û divê tu valahiyeke ewlehî dernekeve ku DAIŞ’ê jê şans bigire. Koalîsyona Navneteweyî li gorî pîvanên biryara NY’yê ya 2254’an piştevaniya çareserkirin û sererastkirinê herêmî û giştî ji bo herêmên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin berdewam dike û xebatên sererastkirin û jinûve perwerdekirina wan didomîne, her wiha rewşên guncaw ên ber bi çareya siyasî ji aloziyê re li ser asta Sûriyê geş dike.

Wezîran diyar kir ku ew ê civîna wezîrên karên derve yên Koalîsyona Cîhanê di Hezîrana 2022’yan de li dar bixin û civîna gerînendeyên siyasî yên Koma Biçûk di payiza 2021’an de li Brukslê li dar bixe.

(fr)

ANHA