Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn

Kurdên li paytexta Lubnan, Beyrûtê bi civînekê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) bi bîr anî.

Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Zîlan li Beyrûtê hat bibîranîn
28 hezîran, 2021   21:05
BEYRÛT

Civîna bîranînê ji aliyê Kongreya Star û PYD'ê ve li herêma Şiweyfat ê Beyrûtê hate lidarxistin. Cihê civînê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîd Zîlan, Denîz Poyraz û şehîdên komkujiya Helincê hate xemilandin.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre nameya şehîd Zîlan hate xwendin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Beyrûtê Asya Ebdullah axivî û got: "Di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdên azadî û rûmetê bi bîr tînim, bi saya fedekariyên wan gel, bi taybet jin gelek destkeftî bi dest xistin. Bi têkoşîna wan em li ser rêya azadiyê dimeşin. Ji ber vê yekê dijminê azadî, aştî û demokrasiyê jinên têkoşer dikin hedef, da ku îradeya wan û şoreşa wan têk bibin."

Asya Ebdullah anî ziman ku xeterî ne tenê li ser jinan, lê belê li ser tevahî kurd û Kurdistanê ye û got: "Faşîzma dewleta Tirk bi êrişên xwe yên ser Başûrê Kurdistanê û Rojava û siyasetên xwe yên li Bakur hewl dide gelê Kurd qir bike. Pêvajoya heyî hişyarî û xurtkirina têkoşînê hewce dike."

Civîn bi diruşmeyê dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/a8kBn6bmQo4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>