Nûra El-Hamid: Li pey revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê Tirkiye heye

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Başûrê Kurdistanê (PYD) şermezar kir û got, dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê van kiryaran dike.

Nûra El-Hamid: Li pey revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê Tirkiye heye
29 hezîran, 2021   00:39
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

10`ê Hezîranê hêzên ewlekariya PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhd Hesen û her du endamên PYD`ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz dema ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê revandin. Ji wê demê ve tu agahî ji nûneran nayê girtin.

Têkildarî mijarê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarê wê Nûra El-Hamid axivî û got:"Revandina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên PYD`ê li balafirgeha Hewlêrê kiryarekî dermirovî ye û nîşaneya binpêkirina mafên mirovan li her derê ye."

Nûra El-Hamid diyar kir ku ev helwesta ji aliyê PDK`ê ve binpêkirina peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildarî azadiya mirovan a li her dera cîhanê ye.

Nûra El-Hamid destnîşan kir ku siyaseta PDK`ê siyaseteke dijbertiya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, isbata vê yekê jî revandina endam û nûneran e û nediyarkirina çarenûsa wan e.

Nûra El-Hamid da zanîn ku PDK`ê siyaseta ku dewleta Tirk ferz dike, dide meşandin, jê siyaseta qetilkirin, tundî, qirkirin, çewisandina azadiyê û vîna gelê azad.

Nûra El-Hamid revandnina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku  zextê li hikumeta Başûrê Kurdistanê bike da ku çarenûsa wan diyar bike û wan serbest berde.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid got: "Divê her mirovek li cihê ku lê dimîne mafê xwe pêk bîne, ji ber ku xizmeta gelê herêma xwe û projeya xwe ya demokratîk dike."

(eh)

ANHA