SOHR: Li Dêrazorê teqîn û gera balafirên Koalîsyona Navneteweyî

SOHR’ê daxuyand ku li bejahiyên Dêrazorê yên di bin serweriya hêzên Îranê de teqînên nenas çêbûn, lê tê texmînkirin ku piştî hedefgirtina baregeha Amerîkayê Koalîsyona Navneteweyî ew dever bombebaran kirin.

SOHR: Li Dêrazorê teqîn û gera balafirên Koalîsyona Navneteweyî
28 hezîran, 2021   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku li bajarê Meyadîn ê bejahiya Dêrazorê yê di bin serweriya hêzên Îranê de teqînên nenas çêbûn, li gel wê jî balafirên Koalîsyona Navneteweyî li asîmana herêmê digerin, heta niha nayê zanîn ku teqîn ji ber bombebarana balafiran an jî topbarana çekên giran ên ku beriya niha baregeha Amerîkayê ya li zeviyên El-Umer hedef girtiye, pêk hatin.

SOHR’ê da zanîn hêzên Îranê ji herêmên ku başûrê Meyadîn topbaran kiriye vekişîn û piştre ji nû ve li taxên niştecihî yên li hundirê bajêr belav bûn.

Gelek moşek li baregeha hêzên Amerîkayê ya leşkerî ya li zeviyê El-Umer û avahiyên zeviyê yên rojhilatê Dêrazorê ketin, di encamên de ziyanên madî çêbûn, erebe şewitîn, lê tu agahiyên li ser ziyanên mirovî bi dest neketin.

SOHR’ê eşkere kir ku hêzên Îranê baregeha Amerîkayê ji nuqteyên xwe yên li bejahiyên Dêrazorê topbaran kir.

Topbarana li dijî zeviyê El-Umer, piştî çend saetan ji hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên nuqte û kombûnên hêzên Îranê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê pêk hat.

(fr)