Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin

Roj bi roj sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê pêk anîne, eşkere dibin. Herî dawî eşkere bû ku dewleta Tirk a dagirker bi hezaran kargeh û avahiyên stratejîk ên bajarê Helebê talan kirine ku wek paytexta aboriyê li Sûriyê tê naskirin. Çeteyan bi çavdêriya yekser ji aliyê kesên nêzî Erdogan ve alavên van kargehan derbasî Tirkiyê kirine.

Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
Kargehên Helebê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatin dizîn û talankirin
28 hezîran, 2021   23:38
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM

Li Sûriyê ji aliyê niştecihbûnê ve Heleb bajarê herî mezin e û her wiha wek paytexta aborî tê naskirin. Li rex girîngiya wê ya bazirganî û çandiniyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn navenda pîşesazî ya herî girîng e. Ji berê ve bi pîşeyên mîna tevnkarî, veçirandina pembû, çêkirina sabûnê û madeyên xwarinê tê naskirin.

Li gorî çavkaniyên aborî hejmara kargehên li Helebê beriya aloziyê, 65 hezar bû. Derfetên kar ji derdora milyonek welatî re peyda dikirin. Piştî derxistina çeteyan jê, tenê 6 hezar kargeh man.

Bi destpêkirina aloziyê li Helebê sala 2012`an re dewleta Tirk ku berê dostê hikumeta Şamê bû, berê xwe da Helebê û bû dijminê yekane yê Sûriyê.

Çavê dewleta Tirk her tim li Helebê bû ku paytexta aboriyê bû û li Rojhilata Navîn bajarê herî navdar bû. Di gelek boneyan de serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan niyeta xwe ya dagirkirina Helebê ta Mûsilê ya Iraqê eşkere kiribû.

Dewleta Tirk tevliheviya li Sûriyê bi kar anî, destek da komên çeteyan ên sûrî û biyanî da ku binesaziya Sûriyê, bi taybet ya Helebê, wêran bikin.

ŞÊX NECAR (HERÊMA PÎŞESAZIYÊ YA HELEBÊ)

Şêx Necar li aliyê bakurê rojhilatê Helebê ye. Ji ber hejmara zêde ya kargehan ji kargehên xwarinê bigire heta bigihêje caw û dermanan, li Rojhilata Navîn herêma herî girîng bû. Beriya aloziyê derdora hezar û 500 kargeh lê hebûn û derfetên kar ji zêdetirî 45 hezar welatiyên Helebê û herêmên cuda yên Sûriyê re peyda dikirin.

Rûbera wê zêdetirî 5 hezar hektar e. Ji warê pîşesaziyê ve binesaziyeke guncaw, di nav de bank avahiyên niştecihbûnê karmendan hatibûn amadekirin. Lê sala 2012`an çeteyên dewleta Tirk a dagirker bajar kontrol kir, pê re li gorî daneyan çeteyan derdora ji sedî 90 ji wan kargehan wêran kirin.

Şêx Necar bi awayekî mezin wêran bû, piraniya kargehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dizîn.

Li gorî çavkaniyên aborî, bi hezaran kargehên li Sûriyê ku jê hezar li Şêx Necar bûn, bi rêya sûka reş derbasî Tirkiye hatin kirin. Piraniya wan kargehan ji hev xistin û parçeyên wê di sûkên Tirkiye de hatin firotin.

Her wiha bi hezaran kargehên mezin û navîn hatin talankirin û hilberînên wan hatin dizîn. Amûrên wan bi awayekî hêsan derbasî Tirkiye hatin kirin. Beşên ku nehatin jihevxistin, parçe kirin û di kargehên hesin ên Tirkiye de helandin.

Ev kargehên talankirî bi rêya şîrketên Tirk ên girêdayî AKP`ê derbasî Tirkiyê bûn. Piştre bi çavdêriya MÎT`ê li Dîlokê firotin bazirganên Tirk.

LI CEM NY`Ê GILÎ KIR

Serokê Yekitiya Odeyên Pîşesazî ya Sûriyê Faris El-Şihabî daxwaznameyek radestî Wezareta Karên Derve ya Sûriyê kir ku der barê doza talankirina kargehên Helebê de li cem Neteweyên Yekbûyî (NY) gilî bike. El-Şihabî piştrast kir ku şêniyên Helebê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi “dizê Helebê” bi nav dikin.

Hikumeta Şamê du name ji Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê re şandin û tê de bang kir ku divê li ser asta navneteweyî helwestek li hemberî sûcên dewleta Tirk were nîşandan. Her wiha hikumeta Şamê banga vegerandina kargehan kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 22`yê Nîsana 2014`an de giliyên li dijî serokkomarê Tirkiyê qebûl kirin ku talankirina kargehên Helebê hêsan kiriye û destê wê di wêrankirina binesaziya aboriya Sûriyê de heye.

Dadgeh ku belgeyên pêwîst û qeydên deng û dîmen wergirtin bi hejmara 13/61869 ev doz qebûl kir. Der barê mijarê de bi Rêxistina Hevalbendiya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî necezakirinê ku navenda wê li Barcelonayê ye koordîne kir. Li gorî muzakereya Wezareta Pîşesazî ya Sûriyê miqdara giştî ya windabûyî 196 milyar lîreyên Sûriyê ye.

Bazirganekî ji Helebê bi rêya malpera xwe ya li ser tevna civakî piştrast kir ku bazirganekî tirk pê re axiviye û gotiye: “Heke tu dixwazî kargeha xwe li Şêx Necarê yan jî li Gazê Entabê bikirî tenê 15 roj hene tu biryarê bidî. Ji ber ku di 15 de kargeh tê jihevxistin.”

Rojnameya "El-Nehar El-Erebî" raporeke weşand ku têde têkiliyên gelek rayedarên Tirk di talankirina bajarên pîşesazî yên Helebê de eşkere dike.

Di rapora bi navnîşan “Bombeyeke din di rûyê Erdogan de” hat gotin: “Hevserê rojnamevaneke tirk a navdar berpirsyariya talankirina kargehên Helebê ye."

Rojnamevanê Tirk Sardar Akinan di 20`ê Hezîranê de bi rêya bernameyekê li ser kanal KRT`ê ya muxalif behsê kir ku gelek kesên nêzî desthilata Tirk petrol, bajarên pîşesazî û hilberînên çandiniyê yên Sûriyê talan kirine û anîne Tirkiyê.

Akinan eşkere kir ku hevserê rojnamevana tirk ku li cem dazgeheke çapemeniyê ya Tirk a nêzî desthilata Tirk dixebite, diyar kir ku birayê wezîrekî tirk berpirsê talankirina zêta zeytûnê ya Efrînê û darên wê ye û piştre wan vediguhêzîne Tirkiyê.

El-Nehar El-Erebî destnîşan kir ku talankirina Şêx Necar û kargehên din û binesaziya bakurê Sûriyê bi çavdêriya şirketa “Ozvadar” a tirk pêk hatin ku ya bazirganê tirk Murad Ozvadar e ku nêzî Erdogan e.

‘HELEB NE TENÊ WÊRAN BÛ, HAT TALANKIRIN JÎ’

Piştî derbasbûna rojekê li ser agahiyên ku Akinan eşkere kirin, rojnamevanê Tirk Musa Ozugurlu li ser malpera “Gazete Duvar” gotarek bi sernavê “Kî kargehên Helebê talan kirin?” weşand. Ozugurlu tê de piştrast kir ku di şeran de her tim zirar çêdibin, lê ya li Helebê rû daye, talankirin bû. Heleb ne tenê hat wêrankirin lê belê hat talankirin.

/kr/uploads/files/2021/06/28/193233_-.webp

Girêdayî heman mijarê endamê rêveber ê Odeya Yekitiyên Bazirganî û Pîşesazî ya girêdayî Saziya Civaka Sivîl a Helebê Mehîr Horîk got îstixbarata Tirk tevliheviya meha Tabaxa 2012`an bi kar anî û destek da komên terorîst ên girêdayî MÎT`a Tirk.

Horîk piştrast kir ku li ser asta Rojhilata Navîn Herêma Serbest û herêma Şêx Necar herêmeke stratejîk bû. Gelek kargehên tevn, xalî û kargehên çêkirina amûrên elektronîk tê de hebûn. Berhemên wan kargehan ji hemû dewletên cîhanê û Rojhilata Navîn mîna Tirkiye, Îran û dewletên Kendavê re dihatin hinartin.

Her wiha Horîk bi bîr xist ku ew kargeh hemû ji aliyê çeteyên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk ve hatin talankirin di nav de çeteyên Sultan Mihemed El-Fatih, Sultan Murad û Ehrar El-Şam û gelek komên din hene.

Têkildarî pêvajoyên talankirina kargehên Helebê ji aliyê çeteyan ve, Horîk got pêvajoya yekemîn di Remezana 2012`an de dest pê kir, çete derbasî herêma Şiqeyif, Bustan Başa û Herêma Serbest bûn, herî dawî derbasî Şêx Necar bûn ku bi hezaran kargehên mezin tê de hebûn.

Horîk diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hemû kargeh û amûrên tê de dizîn û veguhestin Tirkiyê û got: “Li Şiqeyif û Bustana Başa bi hezaran dikanên parçeyên guhertinê yên erebeyan û amûrên elektronîk hebûn.”

‘DEWLETA TIRK ALAVÊN KARGEHÊN HELEBÊ Û KARKER DIZÎN’

Horîk bal kişand ser talankirina kargehên Helebê û got: “Dewleta Tirk û çeteyên pê re, ne tenê kargeh lê belê karkerên tê de jî dizîn û birin bajarên Tirkiye bi taybet Entebê (Dîlok). Karkerên ku berê di kargehên Helebê de dixebitîn niha li Tirkiye di heman kargehan de tên bikaranîn.”

Mehir Horîk destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêmên pîşesazî yên Kurdan ên li Helebê jî kirin hedef. Heta ku yekser mudaxeleya Efrînê kir, ew dagir kir û avahiyên stratejîk, kargehên guvaştina zeytûnan û sabûnê talan kirin.

(şx)

ANHA