19 dewletan banga agirbestê û derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê kirin

DYA`yê û Komkara Erebî, Yekitiya Ewropa û dewletên din bi daxuyaniyeke hevbeş banga agirbesta li tevahiya Sûriyê û hêsankirina derbaskirina alîkariyan kirin.

19 dewletan banga agirbestê û derbaskirina alîkariyan ji bo Sûriyê kirin
28 hezîran, 2021   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

19 dewletan, Yekitiya Ewropa  û Komkara Erebî piştî civîneke wezîran daxuyaniyeke hevbeş dan. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya  2254'an ku îşaret bi gavên agirbestê û veguhastina siyasî ya li Sûriyê dike. Di daxuyaniyê de ev biryar wekî çareseriya yekane ji aloziya heyî re hate nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê îro eşkere kir ku 436 milyon dolar wekî alîkariên mirovî ji Sûriyê re veqetandine û got, rêya yekane ya çareseriya aloziya Sûriyê destpêkirina lihevkirin û avakirinê ye.

(eh)