​​​​​​​Hikumeta Şamê bi qanûnên nû hewl dide xwe rizgar bike

Hikumeta Şamê di çend mehên dawîn de hewl da gelek qanûnan derxe. Armanca hemûyan jî zêdekirina bacan li ser gel e. Ev yek nîşaneya zêdebûna tengasiya aborî ye ku ji dema ferzkirina Qanûna Qeyser ve dewam dike.

​​​​​​​Hikumeta Şamê bi qanûnên nû hewl dide xwe rizgar bike
28 hezîran, 2021   00:47
HELEB-MIHEMED EBDO

Ji qanûnên ku hatine derxistin; qanûna firotina avahiyan, zêdekirina buhayên dermanan, guhertina pergala qeydên avahiyan, erebeyan, qanûna ku derfetê dide xwendekarên ku ev gelek sal e zanîngeha xwe neqedandiye ku her sal 300 hezar lîreyên Sûriyê bide da ku bikarin xwe qeyd bikin û zanîngeha xwe temam bikin.

Di vê raporê de em ê naveroka qanûnên ku hatine derxistin û di encamê de barên welatiyên Sûriyê zêde kirine, şîrove bikin.

GELO NAVAROKA QANÛNA FIROTINA AVAHIYA ÇI YE?

Serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed dawiya Adara borî qanûna bi hejmara 15’am a sala 2021`an derxist ku li gorî wê baca avahiyan bû ji sedî 1, baca erdên di nava plansaziya şaredareyê de ji sedî 2, baca erdên li derveyî plansaziyê ji sedî 1, baca firotina avahiyên niştecihbûnê ji sedî 3 û baca firotina banên avahiyên niştecihbûnê ji sedî 1.

Li gorî qanûnê divê komîteyên navendî, sereke û şaxî bên avakirin. Erka wê jî ew e ku nirxa avahiyan diyar bike, di nav de bac û kirê.

Xwediyên dikanên bazirganiya avahiyan bi fikar in ku buhayên avahiyan dîsa bilind bibin li gel ku ji ber wêraniya ji ber şer çêbûye, avahî kêm in.

Li gorî peymangeha lêkolîn û perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Sûriyê rêjeya wêraniya avahiyan a herî zêde para Helebê ye û zêdetirî 35 hezar e, piştre Xûta bi 34 hezaran, Hums, Reqa, Hema û Dêrazorê tên.

Xwediyê dikaneke bazirganiya avahiyan a li Helebê ji ANHA`yê re diyar kir ku malek li kolana Fêsel a li naverasta bajêr bi 600 milyon lîreyên Sûriyê hatiye firotin. Bi rastî ev miqdar li gorî karê welatiyên sûrî xeyalî ye. Her wiha destnîşan kir ku tenê sûriyên li derve avahiyan dikirin.

/kr/uploads/files/2021/06/27/192211_-.webp

Hiqûqnas Cibraîl Mistefa da xuyakirin ku tu hevsengî yan plansaziyeke baş li cem hikumetê nîn e, lê belê ew li gorî pêvajoya rojane yan jî mehane kar dike. Li hemû dewletên cîhanê hikumet hewl didin buhayan li gorî rewşa jiyanî ya welatiyan bilind bikin. Lê piştî 10 salan ji şer li Sûriyê zêdetirî ji sedî 85 sûrî di bin rêjeya hejariyê de ye.

Cibraîl diyar kir ku mîna vê qanûnê gelek kesên ku hewl didan xwedî mal bin, ji vê xewnê bê par dihêle û got heke rewş wisa bidome dê welatî jiyana di bin konan de tercîh bikin.

Guhertinên di pergala qeydên avahiyan û erebeyan de çêbûne, berdewama qanûna berê ye. Li gel baca berê divê kesên avahiyê yan jî erebeyê bikire 5 milyon lîreyên Sûriyê derbasî hesabê bankê yê xwediyê avahiyê yan jî erebeyê bike, piştre dikare wê avahiyê yan jî erebeyê bibe ser navê xwe. 

Heke mijara firotinê erd be, divê kesê vê erdê dikire ne kêmtirî milyonekî derbasî bankê bike . Li gorî biryarê divê ne kêmtirî 500 hezar lîreyên Sûriyê heta 3 mehan di bankê de bê cemidandin heta ku xebatên firotinê bi dawî dibin.

Parêzer Cibraîl têkildarî mijarê got: "Pêwîstiya gel bi qanûnên efûkirinê heye û pêwîstiya wê bi alîkariyan heye da ku karibe bijî, hikumet siyaseteke berovajî vê rewşê dimeşîne. Pereyan ji gel dikişîne û di bin navê qanûn û berjewendiya giştî de diziyê dike."

JI BO DAGIRTINA XEZÎNEYA DEWLETÊ HETA DERMAN JÎ TÊN BIKARANÎN

/kr/uploads/files/2021/06/27/192158_44444.webp

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê buhayên dermanan bi rêjeya ku digihêje ji sedî 50, zêde kir. Gerînendetiya Kar û Barên Dermanxaneyan a wezaretê dibêje ku komîteya fenî ya bilind a dermanan biryar daye ku buhayên dermanan werin guhertin û bi qanûnê re lîsteyên 11 hezar û 819 dermanên ku biha bûne, amade kir.

Nakokiya di navbera hikumetê û şîrketên dermanan de ew e ku buhayê derman li gorî nirxê dolar ku hikumetê diyar kiriye an ku hezar û 250 lîreyên Sûriyê tê diyarkirin. Lê xwediyên kargehên dermanan pêdiviyên çêkirina dermanan ji derve bi  2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê tînin.

Ji destpêka aloziyê ve buhayê dermanan gelek zêde bû û buhayê hinek cureyan ji sedî hezar zêde bûye.

Di vî warî de parêzer û hiqûqnas Cibraîl Mistefa diyar kir ku biryara dawî ya zêdekirina buhayên dermanan bi awayekî neyînî bandor li şêniyan kir ji ber ku nirxa dermanan ji sedî 50 biha bûye. Mistefa îşaret bi qanûna serokkomarê ya Hezîrana 2020`an kir ku li gorî wê pêdiviyên hilberandina dermanan ên ji derve tê ji darîbeyan heta salekê efû kir.

Der barê wê de Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku beriya bidawîbûna dema biryarê anku di 13`ê Hezîrana 2021`an de hikumet careke din bac  li ser pêdiviyên çêkirina dermanan ferz kir. Ji ber wê nirxa dermanan ji sedî 50 zêde bû. Vê rêjeyê jî hikumet wek bac dibe.

QANÛN DÊ KOÇBERIYÊ ZÊDE BIKE

Serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed biryara bi hejmar 125 a sala 2020`an derxist ku li gorî wê xwendekarên zanîngehê yên ku nekarîn zanîngeha xwe biqedînin, xwendina xwe temam bikin. Lê divê salane derdora 350 hezar lîreyên Sûriyê bidin.

Qanûn careke din sala 2021`an ket meriyetê ku gele çînên civakê bi erênî nirxandin ji ber ku ev qanûn derfetê dide çîneke mezin a xwendekarên zanîngehê yên ku xwendina xwe ji ber aloziyê temam nekirine, temam bikin.

Lê di vê pêvajoya dijwar de ev qanûn bareke madî li ser lêçûna zêde ya xwendinê zêde kir. Ji ber wê gelek ciwan difirikin ku koçber bibin li şûna ku vê lêçûna zêde ya xwendinê bidin û li rex wê jî leşkertiya neçarî, tunebûna wekheviyê di derfetên kar de û belavbûna genedeliyê û rewşa jiyanî ya dijwar.

Mistefa got mîna van helwestên hikumetê, giyana welatparêziyê ya ciwanan dikuje, di encamê de ne bi welêt û ne jî bi welatparêziyê difirin. Ev jî nîşaneyeke xeternak e ku ciwan biçin derveyî welêt.

`BIRYAR NE LI GORÎ REWŞA HEYÎ YE`

Mistefa dibîne ku hemû biryarên ku derdikevin bi rewşa heyî re nakok in û armanca wê dirêjkirina temenê hikumetê û saziyên wê ye.

Mistefa destnîşan kir ku ne pêkane bi rêya van qanûnan temenê rejîmê dirêj bibe û wiha dewam kir:"Ev qanûn qûta welatiyan didizin. Ne gengaze ku pergala bacan a cîhanê bi vê pergalê were hevrûkirin."

Mistefa da xuyakirin ku piştî derbasbûna 10 salan li ser aloziyê û girtina van biryarên şaş hişt ku zêdetirî 12 hezar milyon sûrî koçber bibin û zêdetirî milyonek jî jiyana xwe ji dest da. Yên mayî jî di bin barê van biryaran de zehmetiyan dikişînin.

Di dawiyê de parêzer û hiqûqnas Cibraîl Mistefa ev biryar, lawazbûna budceya giştî û binketina hikumetê ku pêvajoya heyî bi rêve bibe rave dike. Ji ber wê bi rêya kişandina pereyan ji welatiyan û bi rêya mîna van qanûnan vê lawazbûnê veşêre.

(şx)

ANHA