​​​​​​​Li Hecînê panela "Werin em bicivin da ku pêşbikevin"

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê panelek bi sernavê" Werin em bicivin da ku pêşbikevin" li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê li dar xist.

​​​​​​​Li Hecînê panela "Werin em bicivin da ku pêşbikevin"
27 hezîran, 2021   15:29
DÊRAZORÊ

Nûnerên meclisên herêmê, saziyên sivîl û gelek rewşenbîr beşdarî panelê bûn. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Hatim Kihêlat bixêrhatina beşdaran kir.

Endamê Nivîsgeha Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Herêma Rojhilat a Dêrazorê rewşa siyasî nirxand û îşaret bi bandora aloziya Sûriyê li ciwan û jinên ciwan kir.

Beşdaran li ser bandora şerê taybet li ciwan û beşdên civakê nîqaş kirin.

Her wiha di panelê de bal hate kişandin li se rola ciwanan a li dijî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker, qutkirina avê û qetilkirina kesayetên siyasî û leşkerî.

Beşdaran rêbazên têkoşîna li dijî fikirê tundrew û ajandekirinê derve nîqaş kirin û hate gortin ku armanca van aliyan têkbirina ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha rêbazên derbaskirina astengiyan, çareserkirina pirsgirêkan û çawaniya pêşxistina ciwanan hatin nîqaşkirin. Hate gotin ku pêwîste derfetên kar ji ciwanan re were peydakirin, asta perwerde, çandê û rewşa tenduristiyê were pêşxistin.

Ev panela duyemîn e ku Partiya Sûriya Pêşerojê orgenîze dike. Partiyê bi van panelan hewl dide rewşa siyasî û rêxistinî ji nêz ve nas bike û girîngiya lidarxistina diyalogan ji bo çareserkirina pirsgirêkan destnîşan bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ddl3V7jwEAk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>