Li Tirbespiyê şehîdên meha Hezîranê û şehîd Zîlan hatin bibîranîn

Li navçeya Tirbespiyê şehîd Zeyneb Zinacî (Zîlan) û 12 şehîdên meha Hezîranê hatin bi bîr anîn.

Li Tirbespiyê şehîdên meha Hezîranê û şehîd Zîlan hatin bibîranîn
27 hezîran, 2021   14:58
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Tirbespiyê merasîmê bîranîna şehîd Zîlan û 12 cangoriyên azadiyê yên meha Hezîranê ku di demên cûda de şehîd bûne li dar xist.

Merasîmê bîranînê li Hola Nadî Siyahî bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên navçeyê bi hemû pêkhateyên wê hate lidarxistin.

Navên şehîdên hatin birbîranîn ev in: Ebdullah Murad, Egîd Ebdullah, Ebdulbaqî Bêsê, Mihyedîn Şakir, Şêrzad Mihemed, Îsam El-Hesawî, Menal Bêsê, Elî El-Hewar, Heybet Yûsif, Hisên El-Hec Elî, Peyman Cuma û Ferîdon Umer. Her wiha şehîd Zeyneb Kinacî bi nasnav Zîlan ku 1996`an li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê çalakiyeke fedayî li dijî artêşa dagirker a Tirk pêk anî.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, der barê jiyana her 12 şehîdan û jiyana şehîd Zîlan de sinivîzyonek hate pêşandan, paşê malbatên şehîdan mûm û gul li pêşiya wêneyên şehîdan danîn.

Dûvre endama Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Nûjîn Hisên axivî û got, tenê şehîd efsaneyên qehremaniyê nivîsandine û ji bo malbat û gelên xwe rêya azadiyê hilbijartin.

Nûjîn Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Çalakiya fedayî ya heval Zîlan rihê fedayî û qehremanî ya li gel her jineke azad nîşan da, da ku zilmê li ser gelê xwe û tevahiya jinan bi dawî bike. Di dawiyê de ez sozê didim şehîd Zîlan û tevahiya têkoşerên rêya wê girtine."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan bavê şehîd Egîd, Mihemed Xêx Ebdullah axivî û destnîşan kir ku malbatên şehîdan şopdarên rêya şehîdên xwe ne.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û beşdaran sloganên"Şehîd namirin" berz kir.

(eh)

ANHA