PYD: Revandina rêhevalên me hedefgirtina partiya me û pêkanîna siyasetên dijmin e

PYD’ê got: "Revandina endamên me li Hewlêrê hedefgirtina partiyê  û pêkanîna siyasetên dijmin in ên ku di hewldanên tefsiyekirina gelê Kurd de bin bin ketin."

PYD: Revandina rêhevalên me hedefgirtina partiya me û pêkanîna siyasetên dijmin e
27 hezîran, 2021   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî revandina nûnerên wan ên li Hewlêrê ji aliyê desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve daxuyaniyek weşand. PYD'ê got: "Divê ev provakasyên dûrî mafên mirovan û nirxên welatparêziyê werin bidawîkirin."

PYD’ê bang li hêzên nîştimanî, demokrat, partî, rêxistin û parêzvanên mafên mirovan kir ku xebata ji bo serbestberdana revandiyan bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku tevahî banga redkirina hemû şêweyên rageşî û nakokiyan dikin û banga yekitiyê ji bo parastina destkeftiyan gelê Kurd bi rêya diyalogê dikin, hêzên ewlehî yê Hewlêrê di çarçoveya astengkirina nêrîna azad û bêdengkirina dengên têkoşeran, sekna li hember berxwedan û çewisandina têkoşîn û hevgirtina gelê Kurd de, ji demekê ve hin têkoşerên partiya me revandin. Lê rûxmî hemû bangên berê yên bênavber û tevî dema dirêj a derbas bûye, hîna jî çarenûsa hevrêyên me ne diyar e û tu agahiya partiya me li ser wan tune ye.

Ev kiryar rewşê aloztir dike. Revandina endamên me hedefgirtina partiya me û pêkanîna siyasetên dijmin ên ku di hewldana tesfiyekirina gelê Kurd de têk çûne, ji ber ji bilî çêkirina nakokiyan di navbera kurdan de, derbekirina kurd bi kurd tu rêbaz li gel wan neman.

Partiya me bi awayekî demokrat tê koşî û tê dikoşe, her tim helwestên wê avaker bûn û piştgiriya diyalog û çareserkirina pirsgirêkan a bi rêya demokrasî û danîna çareyên ji binyad ve ne. Lê têkoşîna me ya demokrat bi antî demokrat tê pêşwazkirin, di vê dawiyê de endamên partiya me hatin revandin.

Em Meclisa Giştî ya PYD’ê van kiriyarên çewsîner ên li dijî têkoşerên partiya me şermezar dikin û divê ew serbest werin berdan, ji ber tu sûcên wan tune ne, tenê tev li partiya me bûn û bi xebata siyasî û demokrat bawer in. Em bang li aliyên pêywendîdar dikin ku van kiryarên mîna provakasyon ên dûrî mafên mirovan û nirxên welatparêziyê bi dawî bikin, her wiha bang li tevahî hêzên nîştimanî, demokrat, partî, rêxistin, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi partiya me re hevkar be da ku hevrêyên me serbest werin berdan."

(fr)

ANHA