Şandeya ji Cataloniyayê serdana Zanîngeha Rojava kir

Şandeya ji Cataloniyayê  yaserdana Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê kir girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Cataloniyayê destnîşan kir.

Şandeya ji Cataloniyayê serdana Zanîngeha Rojava kir
27 hezîran, 2021   14:07
QAMIŞLO

Şande ji aliyê hevserokatiya Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Ebdulîlah Mistefa û endamên rêveberiya zanîngehê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, zanîngeha Rojava û rola wê di pêşxistina xwendekaran de, têkiliyên di navbera xwendekar û mamosteyan de, her wiha xebatên ku pêk anîne, bi şandeya re hate nasandin.

Her wiha mijarên girêdayî şertên beşdarbûna xwendekaran ji zanîngehê re, beşên ku lê têne xwendin ji şandeyê re hatin şîrovekirin. Dîsa jî nîqaş der barê têkiliyên zanîngehê bi zanîngehên derve re hate kirin.

/ar/uploads/files/2021/06/27/115317_dsc_0055.webp

Li gorî şandeyê, ya ku bala wê kişandiye, perwerdekirin û fêrkirina bê pere ya li Zanîngeha Rojava ye, li gorî zanîngehên li Spanyayê ku lêçûna wê gelekî giran e. Her wiha şandeyê diyar kir ku ew projeya Rêveberiya Xweser û berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguhêzin Catakoniya da ku bibe nimûme.

Endamên şandeyê girîngiya veguhestina pisportiyê di navbera rêveberiya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Catalonyayê de destnîşan kir û gotin ew dixwazin ku têkilî di navbera wan û Rêveberiya Xweser de xurt bibe û rê li ber zanîngeha Rojava were vekirin da ku serdana Catakoniyayê bike.

Şandeya catalonî 22'yê vê mehê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şande ji endamên parlamantoya Cataloniyayê Evlalia Regvant, Robin Wagensberg, endamê Tevgera Edaleta Navneteweyî Eilkefer Michael, rojnevman John Kerlet, endamê meclisa dozên civakî Montes û endama meclisa bajarê Barcelona Laura Preez pêk tê.

Şandeyê li Qamişloyê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye Kongreya Star kir, her wiha serdana Kobanê, kampên Waşûkanî û Hol kirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Fhdg90AWf4M" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>