​​​​​​​Lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de dest pê kir

Li Iraqê lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de bi beşdaîiya serokomarê Misirê Elbdulfetah El-Sîsî, serowezîrê Iraqê  Mistefa Kazimî û qralê Urdunê Ebdullah El-Sanî dest pê kir.

​​​​​​​Lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de dest pê kir
27 hezîran, 2021   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Nivîsgeha ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê li Bexdayê lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdunê de dest pê kir.

Serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û qralê Urdun Ebdullah El-Sanî ji bo beşdarbûna civîna sêalî ya navbera Iraq, Misir û Urdinê îro gihiştibûn Bexda û ji aliyê serokkomarê Iraqê ve hatin pêşwazîkirin.

Duh Wezareta Pîlandanê ya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wê di civîna sê alî de, dosyayên di navbera Iraq, Misir û Urdunê de werin guftugokirin.

Wezaretê bi taybet ragihand ku wê di civînê de dosya veguhestina boriya petrolê û bendava li Mîna ya li Misrê ji bo bendava Eqebe ya li Urdunê werin nîqaşkirin. Her wiha hate gotin ku wê vekirina herêmek pîşesazî ya li herêma di navbera Iarq û Urdunê de jî were guftugokirin. Tê gotin ku wê di civînê de wê mijarên aborî, bazirganî û weberhênanê ya navbera hersê welatan were nîqaşkirin. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ev serdan weke “Projeya Jiyana Nû” pênase kir. Ji duh ve, li paytext Bexda tedbîrên ewlehiyê yên astên bilind hatin girtin. Hêjayî gotinê ye ev serdana yekem a piştî 30 salan ji ber dagirkirina Iraqê ya xaka Kuwêtê ku navbera aliyan alozî derketibû pêk hat. El- Sîsî jî bû serokomarê yekem piştî vê dema dirêj serdana Iraqê kir.