Li Minbicê mayineke bermahiya DAIŞ’ê teqiya: 3 zarokan hatin qetilkirin

Li gundê Xalid ê nêzî bendava Tişrînê ya başûrê rojhilatê Minbicê, mayineke ji bermahiyên DAIŞ'ê teqiya û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Li Minbicê mayineke bermahiya DAIŞ’ê teqiya: 3 zarokan hatin qetilkirin
27 hezîran, 2021   10:58
MINBIC

Di encama bûyerê de ku duh qewimî, 3 zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn. Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Dar El-Şîfaa ya Minbicê tên dermankirin.

Navên zarokên ku jiyana xwe ji dest daye, wiha ne: Mihemed Sabit Salih (9) û birayê wî Mûhened Sabit Salih (8) û zarokê bi navê Ibrahîm Husam Îsa (10).

Her wiha zarokê birîndar Elî Sabit Salih (6) rewşa wî baş e lê rewşa zaroka bi navê Emel Sabit Salih (5) giran e.

(dm)

ANHA