Hêzên hikumeta Şamê ‘herêma bêçek’ da ber topan

Hêzên hikumeta Şamê bajarokên li gundewarên Idlib û Hemayê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê ‘herêma bêçek’ da ber topan
27 hezîran, 2021   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê îro herêmên Filêfil, Benîn, Fitîra û El-Bar ên li gundewarên başûrê Idlibê û herêmên din ên Sehil El-Xab li bakurê rojavayê Hemayê kirin hedef. Tu agahî der barê windahiyên canî de tune ne.

SOHR'ê diyar kir ku çeteyên Odeya Operasyonên El-Fetih El-Mubîn nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Selma yê gundewarên bakurê Lazîqiyê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê dîsa eniyên şer ên Çiyayê El-Ekrad a bakurê Lazîqiyê û Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kirin.

(dx)