YE’yê tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiyê wek metirsiyekê pênase kir

Serokên dewletên endamên YE`yê, îro bang li serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan kir ku ji bo vegerandina têkiliyan bi welatê wan re astengiyan rake. Her wiha diyar kir ku tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiye ji bo wan hîna jêdera fikarê ye.

YE’yê tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiyê wek metirsiyekê pênase kir
25 hezîran, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Di lûtkeyê de ku sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres beşdar bû, serokan diyar kir ku tunebûna serweriya qanûnê û mafên bingehîn li Tirkiye ji bo wan metirsiyek e.

Yekitiya Ewropayê (YE) heta îro dan û standinên girêdayî du mijarên girêk didomîne. Ya yekê koçberî û ya din têkiliyên di navbera Enqere û Moskovê de ne. Li Tirkiyê derdora 4 milyon sûrî hene. Sala 2016`an têkildarî rawestandina derbasbûna penaberan ber bi Ewropayê ve lihevkirinek îmze kir. Li beramberî wê dê alîkariyên madî ji rêxistinên mirovî yên li Tirkiyê bi awayekî çalak werin dayîn.

Her wiha serokên welat û hikumetên Ewropayê, pêşniyareke Komîsyona Ewropayê jî nîqaş kir ku heta 2024`an 5.7 milyar euroyî ji bo penaberên sûrî yên li Tirkiye, Lubnan û Urdunê were veqetandin û 3.5 milyar ji bo penaberên sûrî yên li Tirkiye be.

(dx)